
Nîvro ya îro çarşema 19.03.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz Niccolo Fontana Balyozê Îtalya li Iraqê û şanda pêre kir.
Li civînê de peywendiyên Îtalya bi Iraq û Herêma Kurdistanê re guftûgo kirin, her wiha di derbarê rewşa Herêma Kurdistan û Iraqê û pêşhatên dawî yên navçeyê de danustandina bîr û ramanan kirin.
Her du alî tekez li ser xwesta du aliyane ya pêşvebirina peywendiyan û berfireh kirina alîkariyên hevbeş yên li warê cûda de dûpat kirin. Di derbarê pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî, Serok Nêçîrvan Barzanî balkişand li ser wê yekê ku hewlên wan bi erênî birêve diçin.
Rewşa Sûriye, hewlên proseya aştî li Tirkiye û çend pirseke dinê girîng û hevbeş, mijarên dinê vê civînê bûn ku birêz Konsulê Giştî yê Îtalya li Herêma Kurdistanê jî têda amade bû.