Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî Bi Balyozê Yekîtiya Ewropayê Re Civiya

2025-10-08T09:06:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Îro Çarşemê, 8ê Cotmeha 2025an, berî nîvro, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz Klemens Semtner, Balyozê nû yê Yekîtiya Ewropayê li Iraqê û şandeke pê re kir.


Di civînê de, Serok Nêçîrvan Barzanî destbikarbûna birêz Semtner pîroz kir û hêviya serkeftinê jê re xwest. Herwiha, piştgirî û hevkariya xwe û aliyên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê ji bo serkeftina erka wî anî ziman.


Birêz Serokê Herêma Kurdistanê, herwiha spasiya amadebûn û rola Yekîtiya Ewropayê û alîkariyên wan ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê dubare kir û amadebûn û xwesteka Herêma Kurdistanê ji bo pêşxistina hevahengî û hevkariya hevbeş bi Yekîtiya Ewropayê re di warên cuda de, nîşan da.


Ji aliyê xwe ve, birêz Semtner, ligel ku kêfxweşiya xwe bi destbikarbûna xwe anî ziman, spasiya hevkariya Herêma Kurdistanê di erka nûneratiya Yekîtiya Ewropayê li Iraqê de kir û pesnê rola erênî û serokatiya Serok Nêçîrvan Barzanî da. Wî tekezî li ser berdewamiya hevkariya Yekîtiya Ewropayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re kir, bi taybetî di warên ku ji bo herdu aliyan girîng in.


Hevkariya Ewropayê ji bo Iraqê di pêşxistina aborî, pêvajoya demokrasî û hilbijartinên pêşeroj ên Encûmena Nûnerên Iraqê de, rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê û hewldanên avakirina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ligel pêşhatên dawî yên herêmê, mijareke din a civînê bû.