Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî bi birêz Seyîd Emmar Hekîm re civiya

2025-01-13T19:08:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVXWEYÎ

Êvariya roja duşemê 13.01.2025ê li bajarê Bexdayê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi birêz Seyîd Emmar El Hekîm Serokê Tevgera Hîkme ya Niştimanî re civiya.

Di wê civînê da girîngiya bihêzkirina têgihîştina niştimanî ya di navbera aliyên siyasî yên Iraqê da û pêwîstiya xebatên hevbeş ya ji bo mîsogerkirina beşdariya hemû pêkhateyan di prosesa siyasî û birêvebirina karûbarên welat da gotûbêjkirin. Di vê derbarê da her du alî li ser girîngiya pêdagirbûna bi destûrê weke bingeheke ji bo çareserkirina pirsgirêkên nakokbar û pêkanîna dadweriyê di nava pêkhateyên welat da hevdeng bûn.

Her du aliyan tekez li ser girîngiya yekxistina hewlên ji bo derbaskirina pirsgirêkên siyasî û aborî yên rûbirûyê welat dibin û tekez li ser avakirina nerîneke yekgirtî ku piştevaniya aramî û pêşketina li Iraqê kirin.

Di mijareke din ya hevdîtinê da pêşhatên navçeyê gotûbêj kirin û tekez li ser pêşxistina hevkarî û hemahengiya di navbera aliyên siyasî ya ji bo rûbirûbûna astengiyên li pêşiya welat kirin.