Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî bi Cîgira Wezîrê Derve yê Tirkiyê re civiya

2025-02-18T12:21:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja sêşema 18.02.2025 li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya xanima Berris Ekinci Cîgira Wezîrê Derve yê Tirkiyê û şandeke pê re kir ku, ji Balyozê Tirkiyê li Iraqê û hejmarek berpirsên warê enerjiyê pêkhatibû.

Di hevdîtinê da peywendiyên Tirkiyê bi Herêma Kurdistanê û Iraqê re û bi taybetî hevkariyên hevbeş yên di warê enerjî û rêvebirina avê da û hewl û pêngavên hinartina petrola Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.

Her du aliyan pêşwaziya serrastkirina yasaya bûdceya Iraqê kirin û bi gavek erênî nirxandin ku rê li ber destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê vedike. Di vê derbarê de behsa rêkarên amadekariyên ji bo dubare hinartina petrolê û sûd û encamên wê yên erênî yên ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî balkişand li ser wê yekê ku dubare hinartina petrola Herêma Kurdistanê di berjewendiya hemû Iraqê da ye û dê sûdê ji bûdceya giştî ya wî welatî bike. Herwiha amadehiya Herêma Kurdistanê ya ji bo berfirehkirina hevkariyên hevbeş bi Tirkiyê re di warê enerjiyê de dupat kir.

Ji aliyê xwe ve xanima Ekinci kêfxweşiya xwe ya li hember têgihiştina di navbera Hewlêr û Bexdayê li ser destpêkirina hinartina petrola Herêma Kurdistanê nîşan da û piştevaniya Tirkiyê ji bo vê proseyê diyar kir. Herwiha amadebûna welatê xwe ji bo hevkarîkirina Iraqê di warê birêvebirina avê û rûbirûbûna encamên guherîna av û hewayê da nîşan da.

Çend mijarên din yên xwedî berjewendiyên hevbeş mijarên din yên vê hevdîtinê bûn ku, birêz Konsulê Giştî yê Tirkiyê li Herêma Kurdistanê jî tê da amade bû.