Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja duşemê 17.02.2025ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya birêz Mecîd Text Rawancî Cîgirê Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê û şandeya pê re kir.
Di civînê da, her du aliyan tekez li ser pêşdebirina têkiliyên Komara Îslamî ya Iranê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re û berfirehkirina hevkariyên hevbeş di wan waran da yên ku ji bo her du aliyan girîngin û bi tayetî di warê aborî da. Herwesa di derbarê rêkeftina ewlehiyê ya di navbera Iraq û Îranê da ji bo parastina ewlehiya sînoran û rola hevkariya Herêma Kurdistanê di vê derbarê da danûstandina bîr û ramanan kirin.
Serok Nêçîrvan Barzanî balkişand li ser wê yekê ku, Herêma Kurdistanê hertim dixwaze bibe faktora aştî û aramiyê li navçeyê û tu carî nabe çavkaniya metirsî û nearamiyê bo ser welatên cîran. Herwesa behsa girîngiya peywendiyên Herêma Kurdistanê bi Komara Îslamî ya Îranê li ser bingehê cîrantiyeke baş û berjewendiyên hevbeş kir.
Piştî hevdîtinê Serokê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê di civîneke çapemeniyê ya hevbeş da behsa naveroka civînê kirin.
Serok Nêçîrvan Barzanî got:
Ez bi germî bixêrhatina birêz Dr. Mecîd Text Rewançî Cîgirê Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê bo Herêma Kurdistanê dikim. Me tekez li ser girîngiya peywendiyên xwe yên dîrokî yên bi Komara Îslamî ya Îranê re kir ku li ser bingeha cînartiya baş û berjewendiyên hevbeş hatine avakirin. Komara Îslamî ya Îranê ji bo Herêma Kurdistanê û Iraqê hertim şirîkekî girîng bûye, em spasiya piştevaniya Îranê ya ji bo Herêma Kurdistanê di qonaxên cuda da dikin.
Em li Herêma Kurdistanê di wê baweriyê da ne ku peywendiyeke bihêz û hevseng di navbera Iraq û Komara Îslamî ya Îranê da ji bo bihêzkirina aramiya navçeyê pêwîst e. Iraq û Herêma Kurdistanê hertim hewl dane ku peywendiyên xwe bi welatên cîran re, bi taybetî bi Komara Îslamî re li ser bingeha rêzgirtin, berjewendiyên hevbeş û hevkariyên di hemû waran da ava bikin.
Me tekez li ser girîngiya bihêzkirina hevkariyên hevbeş yên Îranê digel Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo bidestxistina ewlehî û aramiyê û berfirehkirina hevkariyên di hemû warên cuda da yên di warê aborî, bazirganî, çandî û ewlehiyê kir.
Em careke din tekez dikin ku, Herêma Kurdistanê dê bibe faktora aştî û aramiyê li navçeyê û rê nade ku bibe cihê metirsiyê li ser welatên cîran bi taybetî li ser Komara Îslamî ya Îranê.
Me, di vê dîdarê da, tekez li ser pêşxistina peywendiyên aborî yên bi Komara Îslamî ya Îranê re kir û me pêdagirbûna xwe di çarçoveya wê mekanîzma ji bo ewlehiyê hatiye danan ku dê bibe alîkar ku Iraq û bi taybetî Herêma Kurdistanê nebe metirsî li ser ewlehiya Îranê dupat kir. Careke din em bi germî pêşwaziya Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê dikin ku yekem care serdana Herêma Kurdistanê dike.
Birêz Cîgirê Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê di axaftina xwe da got:
Bi navê Xwedayê mezin û dilovan, ez gelek kêfxweş im ku îro li Herêma Kurdistana Iraqê bi we re me. Min duhî, ji bo gotûbêjên siyasî bi Wezareta Derve ya Iraqê re, serdana Bexdayê kir û me bi berpirsên Iraqê di warên cuda da di navbera her du welatên cîran da gotûbêjên gelek baş pêk anîn ku, gelek hevbeşiyên me hene.
Ez îro danê sibê li Hewlêrê me û me bi berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi birêz Mesûd Barzanî û birêz Mesrûr Barzanî gotubêjên baş kirin û niha jî di xizmeta birêz Nêçîrvan Barzanî da me û em gelek spasiya pêşwaziya germ ya wan dikin.
Me îro weke du welat, welatên cîran Iraq û Îranê, gelek mijarên baş gotûbêj kirin, wek min got gelek hevbeşiyên me bi Herêma Kurdistanê re jî hene, hevbeşiyên me yên di warê çandî, olî, ziman, dîrokî û şaristanî da hene, ev hemû wisa dikin ku em peywendiyên xwe ji berê bihêztir bikin. Di gelek warên cuda de hevkeriyên me hene bi taybetî di ware aborî da û em dikarin gelek karên din bi hev re bikin.
Di hevdîtinên xwe yên îro yên li Hewlêrê me bi welatê cîran re behsa mijarên aborî kir û bi awayekî xwezayî em dê her di vê çarçoveyê da li ser xebatên xwe yên di warê geştiyarî û ezmûna kar di navbera her du hikûmetan da berdewam bin. Gelek qadên baş hene ku em dikarin ji bo xurtkirina têkiliyên di navbera gelên her du aliyan da bikar bînin.
Mijara ewlehiyê yek ji wan mijaran bû ku me gotûbêj kir û em dê bişopînin û em di wê baweriyê da ne ku ewlehiya Iraqê ewlehiya me ye. Ewlehiya Herêma Kurdistana Iraqê ewlehiya me ye û ji bo çareserkirina pirsgirêkên ku hene divê em destê xwe bidin hev.
Ji bo pêşwaziya birêz Nêçîrvan Barzanî û berpirsên din yên Herêma Kurdistanê spasiya wan dikim û em hêvîdar in ku ev gotûbêj berdewam bin.
Serok Nêçîrvan Barzanî bi Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê re civiya
2025-02-17T13:30:00.000000Z