
Her li çarçêweya kar û çalakiyên xwe yên li Korbenda Dîplomasiya Antalya de, piştî nîvro ya îro şemî 12.04.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi birêz Luigi Di Maio
Nûnerê Taybetî yê Yekîtiya Ewrûpa yê navçeya Kendavê re civiya.
Li civînê de her du alî tekez li ser pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistan û Yekîtiya Ewrûpa û bihêz kirina hevkariyên hevbeş yên li warên cûda de kirin. Her wiha pêşhatên navçeyê û navdewletî û bandora wan ya li ser Iraq û Kurdistan û navçeya Kendavê de guftûgo kirin.
Her du alî, li ser girîngiya parastina aramî û ewlehiya li navçeyê da û li rêya pêşxistina bi zimanê hevdû têgihiştin û guftûgoya aştiyane ya ji bo çareser kirina kêşe û aloziyan û dûr xistina navçeyê ji aloziyên zêdetir de hevra bûn. Her li vî derbarî de behsa amadehî û rola Yekîtiya Ewrûpa yê kirin.
