Îro piştî nîvro roja sêşemê 04.02.2025ê li bajarê Hewlêrê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi birêz General Kevin Leahy Fermandarê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Iraq û Sûriyê re civiya.
Di civînê da rewşa ewlekariya Iraq û Sûriyê û tevger û gefên rêxistina terorîsta DAIŞ ê li ser aştî û aramiya navçeyê hate gotûbêjkirin. Her du aliyan tekez li ser girîngiya hevkariyên hevbeş yên Iraq û Herêma Kurdistanê bi Hevpeymaniya Navdewletî ya ji bo şerê li dijî terorê û metirsiya DAIŞê re kirin.
Di mijareke dinê civînê da, di derbarê pêngavên dawî yên proseya çaksaziyê li Wezareta Pêşmerge û yekxistina hêzên Pêşmerge da danustandina bîr û ramanan kirin. Di vê derbarê da destbikarbûna her du Firqeyên Sê û çar yên Pêşmerge di bin sêwana Wezareta Karûbarên Pêşmerge da weke pêngaveke girîng nirxandin û daxwaza serxistina proseyê kirin.
Rewşa Rojhilata Navîn û guhertinên Sûriyê û bandora wan li ser navçeyê, aliyekî din yê hevdîtinê bû.
Serok Nêçîrvan Barzanî bi Fermandarê Hevpeymaniya Navdewletî re civiya
2025-02-04T12:15:00.000000Z