Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja sêşemê 17.12.2024 ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya General Kevin Lehî Fermandarê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Iraq û Sûriyê kir.
Di civînê da ku, Wezîrê Pêşmerge jî amade bû, pêşhatên dawî yên rewşa ewlekarî ya Iraq û Sûriyê gotûbêj kirin, Herwesa di çarçoveya xebatên rûbirûbûna terorê û ji nav birina paşmayên DAÎŞ ê de, tekez li ser bihêzkirina hevkarî û hevahengiya di navbera hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê bi Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî re kirin.
Serok Nêçîrvan Barzanî di hevdîtinê da balkişand li ser girîngiya berdewamiya piştevaniya hevpeymaniya navdewletî ya ji bo Iraqê û hemahengiya hevbeş ya bi hevpeymanan re, di rûbirûbûna metirsiya terorîstan da bilind nirxand û berdewamiya hevkariyên di navbera hemû aliyan da wek kilîta bihêzkirina ewlehiya Iraqê da zanîn.
General Lehî rola Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmerge ya di şerê dijî terorîstan da bilind nirxand û pêdagirbûna hêzên hevpeymanan li ser berdewamiya piştevaniya Iraq û Herêma Kurdistanê ya ji bo parastina ewlehî û aramiyê û ji nav birina metirsiya DAIŞ ê de dûpat kir.
Pêdagiriyê li ser berdewamiya hemahengî û şêwirên hevbeş ji bo dabînkirina aramiyê û çareserkirina kêşeyên niha yên emnî li navçeyê û çendîn mijarên din yên xwedî berjewendiya hevbeş, mijarên dinê vê hevdîtinê bûn.
Serok Nêçîrvan Barzanî bi Fermandarê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî re civiya
2024-12-17T08:00:00.000000Z