Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro danê sibê roja çarşemê 29.01.2025 ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya birêz Daniel Rubinstein kir ku karên Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê birêve dibe.
Di civînê da pêwendiyên Amerîkayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê, rewşa Herêma Kurdistanê, encamên hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê û hewlên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, yekxistina hêzên Pêşmerge û proseya çaksaziyê ya li Wezareta Karûbarên Pêşmerge, pêşhatên Sûriyê û rewşa navçeyê di hevdîtinê hatin gotûbêj kirin.
Balyoz Rubinstein tekez li ser pêdagirbûna Amerîkayê ya bi berdewamiya alîkarî û piştevaniya Iraqê û Herêma Kurdistanê kir. Birêz Nêçîrvan Barzanî spasiya alîkarî û piştevaniyên Amerîkayê ya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê, bi taybetî jî di têkoşîna li dijî terorê da kir.
Her du alî li ser girîngiya parastina aştî û aramiya navçeyê û xebata ji bo pêkanîna aştiyeke mayînde hemfikir bûn, her wiha di derbarê rewşa Êzdiyan li Şengalê û Xirîstiyan û pêkhateyên din yên li deşta Nînowayê de danûstandina bîr û ramanan kirin.
Di civînê da ku, Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê jî tê da amade bû, çendîn mijarên din yên xwedî berjewendiya hevbeş jî hatin gotûbêjkirin.
Serok Nêçîrvan Barzanî bi Karbirêkerê Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê re civiya
2025-01-29T09:11:00.000000Z