Îro êvarê, Duşemê 23/02/2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz Tom Barrack, Nûnerê Serok Trump ji bo Karûbarên Sûriyê û Balyozê Amerîkayê li Tirkiyeyê, û şandeke pêre, kir.
Di civînê de ku birêz Joshua Harris, Karbirêkerê Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê amade bû, têkiliyên Amerîkayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re, pêşketinên dawî yên rewşa Sûriyê û pêvajoya siyasî li Iraq û Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.
Şanda mêvan rûmeta xwe li rola Serok Nêçîrvan Barzanî di hewldanên dîplomatîk de ji bo ewlehiya herêmê, aramkirina alozîyan û rêkeftina di navbera Şam û Hêzên Sûriya Demokratîk de, nîşan dan. Ji aliyê xwe ve, Serok Nêçîrvan Barzanî dubare kir ku Herêma Kurdistanê wek her dem dê bibe faktoreke aramî û ewlehiyê.
Pêşketinên dawî yên herêmê mijareke din a civînê bû; di vê derbarê de, Serok Nêçîrvan Barzanî tekez li ser girîngîya çareserkirina aştiyane ya pirsgirêkan û parastina aramî û ewlehiya li herêmê kir.