Berînîvroya îro duşemê 18.05.2026, birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, ji aliyê Qedaseta Papa Leo yê Çardehê, Papayê Vatîkanê ve hate pêşwazîkirin û piştre li hev civiyan.
Di civînê de, Serok Nêçîrvan Barzanî ronî da ser rewşa pêkhateyan li Iraqê û Herêma Kurdistanê û tekez kir ku krîstiyan û hemû pêkhateyên olî û neteweyî, beşeke resen û jiyanî ne ji dîrok, kultûr û nasnameya nîştimanî ya Herêma Kurdistanê û bi hev re paşeroja welat ava dikin.
Serok Nêçîrvan Barzanî pêzanîna kûr a Herêma Kurdistanê û Iraqê ji bo rola hertimî û dîrokî ya Vatîkanê ya pêşvebirina diyalogê û bihevrejiyanê li cîhanê diyar kir, her wiha tevî bilindnirxandina bîranîna seredana dîrokî ya Papayê koçkirî Papa Fransîs, daxwaznameyeke fermî pêşkêşî Qedaseta Papa Leo yê Çardehê kir ji bo serdanakirina Iraqê û Herêma Kurdistanê.
Ji aliyê xwe ve, Qedaseta Papa şabûna xwe ya ji bo vê dîtinê diyar kir û pesnê kûr ê kultûrê lêborînê, bihevrejiyan û qebûlkirina hevdu li Herêma Kurdistanê û Iraqê kir. Her wiha rola Herêma Kurdistanê ya vehewandin û parastin û misogerkirina jiyaneke aram ji lêqewimî û Krîstiyanan re di qonaxên giran de, bilind nirxand.
di beşeke din a civînê de, rewşa giştî ya navçeyê hate gotûbêjkirin û herdu aliyan hêvî xwest ku aştî, aramî tenahî ji tevahiya mirovahiyê re bibe rastî.
Serok Nêçîrvan Barzanî bi Qedaseta Papa Leo yê Çardehê re civîya
2026-05-18T09:40:00.000000Z