Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî bi Rêveberê Giştî û şandeke FAO yê re civiya

2025-05-26T08:28:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Beyaniya îro duşem 26.05.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya şandeke bilind a Rêxistina Xurek û Çandiniyê ya Neteweyên Yekbûyî (FAO), bi serokatiya birêz Qu Dongyu Rêveberê Giştî yê rêxistinê, kir.

Di civînê de ku xanima Bêgerd Talebanî, Wezîrê Çandiniyê û Çavkaniyên Avê û birêz Seywan Barzanî Balyozê Iraqê li Îtalyayê û Balyozê Iraqê li Rêxistina FAO yê amade bûn, bihêzkirina alîkariya hevbeş di warên çandiniyê û ewlehiya xurekê û çavkaniyên avî bi Iraq û Herêma Kurdistanê re hate nirxandin. Herwiha di derbarê çawaniya bandora guherîna av û hewayê û bi çolbûn û kêmaviyê û rûbirûbûna astengiyên berî çandiniyê û av û xurekê de danustandina bîr û ramanan kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî spas û pêzanînên xwe ji bo kar û bernameyên rêxistinê li Iraq û Herêma Kurdistanê diyar kir û rola wê di bicihkirina projeyên geşepêdanê û bidestxistina ewlehiya xurekê de, bilind nirxand. Herwiha hemû piştgiriyên aliyên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê ji bo kar û bernameyên FAO yê dubare kir.

Ji aliyê xwe ve, birêz Dongyu spasiya rêxistina xwe ji bo girîngidana Herêma Kurdistanê bi beşa çandiniyê re diyar kir, herwiha amadebûna FAO yê ji bo berfirehkirina warên alîkariyê û bicihkirina bernameyên stratejîk dubare kir ku xizmetê ji armancên geşepêdana berdewam ya li Herêma Kurdistanê dike.