Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî bi Şahê Urdunê re dicive

2025-04-27T07:50:00.000000Z
Nûçe

Îro Yekşem 27/4/2025, Birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, bi serdaneke fermî diçe Emman, paytexta Şahnişîna Urdunê ya Haşimî.

Di serdanê de, dê bi Şah Ebdullayê Duyemîn ê kurê Huseyîn, Şahê Urdunê re bicive û li ser xurtkirina têkiliyên herdu aliyan û hevkariya hevpar a Iraqê û Herêma Kurdistanê bi Urdunê re gotûbêj bikin.

Her di vê çarçoveyê de, Serok Nêçîrvan Barzanî dê bi hejmareke berpirsên bilind ên Urdunê re hevdîtin û civînan bike.