Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî bi şandeke Parlamentoya Almanyayê re civiya

2025-02-15T17:45:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, di berdewamiya Konferansa Asayişa Munchenê da, roja şemiyê 15.02.2025ê, bi şandeke Parlamentoya Almanyayê (Bundestag) bi serokatiya Johann Vadipool Cîgirê Serokê Fraksyonên Parlamenterên Yekitiya Demokrat a Xirîstiyan (CDU) û Yekîtiya Sosyal a Xirîstiyanan (CSU) re civiya.

Di hevdîtinê da Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya Almanyayê kir ji bo piştgîriya berdewam ya di warên siyasî, emnî, leşkerî û mirovî ya ji bo Herêma Kurdistanê û balkişand li ser rola girîng ya Almanyayê di dabînkirina pêwîstiyên leşkerî û lojistî yên girîng yên ji bo hêzên Pêşmerge di şerê dijî DAÎŞê da. Herwiha spasiya Parlamentoya Almanyayê jî kir ku, erkê hêzên Almanyayê li Herêma Kurdistanê dirêj kiriye.

Ji aliyê xwe ve, endamên şanda parlamentoyê tekez li ser pêdagirbûna Almanya bi berdewamiya piştevaniya Iraq û Herêma Kurdistanê kirin û amaje bi girîngiya berdewamiya hevkariyê ya ji bo rûbirûbûna metirsiyên ewlehiyê û bihêzkirina hevkariyên di warên girîng da kirin.