
Êvariya îro şemiyê 15.02.2025ê di çarçoveya Konferansa Asayîşa Munchenê da, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi birêz Mark Rutte Sekreterê Giştî yê NATO yê re civiya.
Di hevdîtinê da pêşhatên emnî yên Iraq û navçeyê û girîngiya bihêzkirina têkiliyên NATO yê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re bi taybetî di warê rûbirûbûna terorê û perwerdekirina hêzên ewlehiyê da hatin gotûbêj kirin.
Serok Nêçîrvan Barzanî bi navê Herêma Kurdistanê spasiya piştevaniya NATO yê di warê bihêzkirina şiyanên berevaniyê yên Hêzên Pêşmerge da kir û tekez li ser girîngiya berdewamiya wê piştevaniyê ji bona parastina aramî û asayişa navçeyê kir.
Birêz Rothe tekez li ser pêdagirbûna NATO yê bi berdewamiya piştevaniya Iraq û Herêma Kurdistanê dupat kir û tekez li ser girîngiya hevkarîkirina Herêma Kurdistanê ji bo dabînkirina ewlehî û aramiya Iraqê û rûbirûbûna gefên terorê li navçeyê da kir.
Rewşa Sûriyeyê û pêṣketinên li Rojhilata Navîn jî di civînê da hatin gotûbêjkirin.
