
Êvariya îro dûşema 07.04.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Ebudabî bi rêzdar Mihemed Bin Zayd Al Nehyan Serokê Îmaratê re civiya.
Li civînê de tekez li ser pêşxistina peywendiyên Îmaratê bi Iraq û Herêma Kurdistanê û berfireh kirina alîkariyên hevbeş yên di navbera her du aliyan de kirin, bi taybetî li wan warên ku ji bo her du aliyan jî pêwîstin.
Li vî derbarî de derfeta veberhênan û sermayeguzariya Îmaratî û kertê taybetî ya welatê wan li Herêma Kurdistan û Iraqê hate nirxandin û di derbarê wan war û kertan de danustandina bîr û ramanan kirin ku Îmarat dikare li Iraq û Herêma Kurdistanê de, veberhênanê têda bike.
Li mijareke dinê civînê de, her du Serok bi berfirehbûna rûdan û pêşhatên navçeyê û metirsî û bandora wan ya li ser rewşa Rojhilata Navîn û welatên navçeyê de guftûgoyê kirin.
Her du alî tekez li ser girîngiya parastina aramî û tenahî û bîhnfirehî û bi hişmendî danustandin kirina bi rewşê re kir, bi cûreyek rê li aloziyên zêdetirê li navçeyê de bê girtin û hemû aliyek kar ji bo aştî û aramiyê bikin.
Rewşa Sûriye û çend pirseke dinê ji bo her du aliyan girîng û hevbeş bûn, mijarên dinên civînê bûn.

