Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî bi Serok Pizişkiyan re civiya

2025-05-18T11:29:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Îro yekşem 2025/5/18 li Tehranê, birêz Nêçîrvan Barzanî, serokê Herêma Kurdistanê, bi birêz Mesûd Pizişkiyan, serokê Komara Îslamî ya Îranê re civiya.

Di civînê de, kêfxweşiya xwe bi asta peywendiyên navbera herdu aliyan diyar kirin û tekez li ser xwesteka dualî ji bo pêşvebirina zêdetir a hevkariya hevbeş, bi taybetî di warên bazirganî û aborî de, kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî pêgîriya Herêma Kurdistanê bi siyaseta cîrantiya baş li ser bingeha berjewendiya hevbeş û rêzgirtina ji hev re dubare kir, herwiha bal kişande ser hevbeşî û peywendiyên dêrîn û kevnar ên Herêma Kurdistanê bi Îranê re.

Herdu aliyan pêşhatên dawên ên herêmê nirxandin û li ser girîngiya parastina tenahiyê û çareserkirina aştiyane ya pirsgirêkan hevra bûn, herwiha çend mijarên din ên ji herdu aliyan re girîng, hatin gotûbêjkirin.