
Îro înê danê nîvro 14.02.2025ê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, di çarçoveya Konferansa Asayîşa Munchenê da, digel xatûn Ursula von der Leyen Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewrûpayê re civiya.
Li civînê da Serok Nêçîrvan Barzanî piştevaniya Yekîtiya Ewrûpayê ya ji bo Herêma Kurdistanê bilind nirxand û her du aliyan tekez li ser pêşxistina têkiliyan û berfirehkirina hevkariyên hevbeş yên Yekîtiya Ewrûpayê ya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê di hemû waran da kirin. Her wiha li ser rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê û pêşhatên Sûriyeyê jî danûstandina bîr û ramanan kirin.
Xatûn Ursula dîtin û nêrîna Serok Nêçîrvan Barzanî ya li ser rewşa Sûriyeyê û navçeyê bi giştî bilind nirxand û her wiha spasî û pêzanînên Yekîtiya Ewrûpayê ji bo rola Herêma Kurdistanê û qehremaniya Pêşmerge di şerê li dijî terorê û têkşikandina DAIŞê da dûpat kir û balkişand li ser girîngiya rol û beşdariya jinan ya di şerê li dijî DAIŞê û têkoşîna li dijî terorê da.
Di civînê da çend mijarên din yên xwedî berjewendiyên hevbeş gotûbêj kirin.
