
Êvariya roja înê 14.02.2025ê di çarçoveya Konferansa Asayîşa Munchenê da, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi birêz Alar Karîs Serokê Estonyayê re civiya.
Civîn ji bona gotûbêjkirina peywendiyên du alî yên di navbera Estonya, Iraq û Herêma Kurdistanê da bû û herwesa, di civînê da behsa çawaniya xurtkirina hevkariyên hevpar yên di warên ewlekarî, teknolojî û perwerdeyê da hatin gotûbêjkirin.
Serok Nêçîrvan Barzanî spasiyên xwe ji bo piştevaniya Estonyayê ya di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya şerê dijî terorîstan da anî ziman û pesna derfetên hevkariyên di warê teknolojî û xwendina bilind ya di navbera her du aliyan da dan.
Ji aliyê xwe ve, Serok Alar Karis xwesteka Estonyayê ya ji bo pêşxistina têkiliyên bi Herêma Kurdistanê re dupat kir û Serok Nêçîrvan Barzanî ji bo serdankirina Estonyayê vexwend û amaje bi girîngiya hevkariyên hevbeş yên ji bo çareserkirina kêşeyên asayîşa navçeyê kir.
Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û xebatên pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê, pêşhatên Iraq û Sûriyeyê digel çend mijarên din yên xwedî berjewendiya hevbeş hatin gotûbêj kirin.
