
Piştî nîvroya îro Yekşemê, 28/09/2025, birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz Musenna Elsemarraî, Serokê Hevpeymaniya Ezim kir.
Di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraqê, hilbijartina giştî ya pêşerojê ya Iraqê, têkiliyên Hewlêr û Bexdayê û rewşa pêkhateyan li Iraqê hatin gotûbêjkirin.
Herdu aliyan tekez li ser girîngiya hevkariya hevbeş û xebata bi hevreyî ya di navbera hemû pêkhateyên Iraqê de kirin ku aramî û ewlehiya welat diparêze.
Herdu alî herwiha li ser girîngiya çareserkirina pirsgirêkên welat, bi taybetî pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê de, hev ra û hev raman bûn.
Di mijareke din a hevdîtinê de, herdu aliyan beşdariya hêz û aliyên siyasî û pêkhateyên Iraqê di hilbijartinên pêşerojê yên Encûmena Nûneran a Iraqê de ji bo serkeftina hilbijartin û pêvajoya siyasî ya li welat de bi pêwîst zanîn.