Berînîvroya îro sêşemê 19.05.2026, di çarçoveya seredana xwe ya fermî ya ji bo Romayê de, birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, ji aliyê birêz Sergio Mattarella, Serokkomarê Îtalyayê ve hate pêşwazîkirin û piştre li hev civîyan.
Di civînê de, pêşvebirina peywendiyên dostane yên Herêma Kurdistanê û Iraqê yên bi Îtalyayê re hatin gotûbêjkirin û herdu aliyan tekezî li ser daxwaza xwe ya hevbeş kir ji bo xurtkirina zêdetir a van peywendiyan di warên cuda de.
Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya Herêma Kurdistanê û Iraqê ji bo piştgiriya berdewam a Îtalyayê dubare kir, bi taybetî di warên siyasî, mirovî û geşpêedanê de, her wiha harîkariya leşkerî ya Îtalyayê ya di dema şerê dijî terorê de ji Herêma Kurdistanê û Iraqê re bilind nirxand.
Ji aliyê xwe ve, Serok Mattarella şabûna xwe ya ji bo vê seredanê diyar kir û tekezî li ser berdewamiya pêgîrî û piştgiriya welatê xwe ya ji bo aramî, tenahî û geşepêdana Iraq û Herêma Kurdistanê kir. Her wiha pesnê Îtalyayê yê ji Herêma Kurdistanê re wek parêzger û dergûşa bihevrejiyana pêkhateyên cuda yên li navçeyê, dubare kir.
Di beşeke din a civînê de, pêşhatên dawîn ên Rojhilata Navîn hatin gotûbêjkirin. Di vê derbarê de, herdu alî hevnerîn bûn li ser giringiya parastina aştî, aramî û tenahiyê.