
Nîvro ya îro çarşem 16.04.2025 li Silêmaniyê rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi birêz Mihemed Şiya El Sûdanî Serokwezîrê Iraqa Federal re civiya.
Li civînê de rewşa siyasî û giştî ya welat û dosyeyên hevbeş hatin nirxandin û tekez li ser berdewamiya hemahengî û hevkariya Hewlêr ـ Bexda, her wiha bihêz kirina hevkariyên di navbera hêzên niştimaniyan ya parastina aramî û ewlehiyê kirin, bi awayekê ku xizmeta yekrêziya niştimanî û berjewendiyên bilindên welat bike û hevkar bê ji bo hewlên Hikûmeta Federal ya bi cîhkirina geşepêdana seranseriyê Iraqê.
Serok Nêçîrvan Barzanî, dakokiyê li girîngiya mîsoger kirina maf û şayesteyên destûriyên Herêma Kurdistanê kir. Her wiha pêdagiriya Herêma Kurdistanê ya ji bo bihêz kirina hevkariyên bingehîn bi Hikûmeta Federal ya ji bo çareser kirina hemû pirsan dûpat kir, bi cûreyek ku yarmetîder bê li bihêz kirina li hevtêgihiştin û hevbeşiya di navbera her du aliyan da û hevsengî û aramiya welat biparêze.
Pêşhatên dawî yên navçeyê û rewşa herêmî û navdewletî û bandorên wê yên li ser Iraqê, mijareke dinê vê civînê bû. Têda tekez li ser pêwîstiya dûrketina Iraqê ji gengeşeyan û piştgîriya wan destpêşxeriyan kirin ku ji bo çareser kirina kêşe û aloziyên navçeyê çareseriyên aştiyane û diyalogê li ber digrin.