Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzani bi Serokwezîr Sudanî re civiya

2025-01-13T08:10:00.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVXWEYÎ Nûçe

Di berdewamiya serdana xwe ya Bexdayê da, roja duşemê 13.01.2025ê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi birêz Mihemed Şiya Sudanî Serokwezîrê Iraqa Federal re civiya.

Di civînê da pêşkeftin û pêşhatên nû yên li ser asta Iraq û herêmê gotûbêj kirin û tekez li ser pêwîstiya piştevaniya Hikûmeta Federal û serxistina pêkanîna bernameya hikûmetê, bi awayek ku bersiva daxwazên welatiyên li seranserê welat bide kirin.

Di mijareke din ya civînê da, pirsên di warê xizmetgûzariyan da yên ku têkilî bi berjewendiyên welatiyan ve heye û baştirîn rê ji bo rêxistina berpirsiyariyên di navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê da, li gorî prensîbên destûrê û yasayan, hatin gotûbêj kirin.

Her du aliyan tekez li ser girîngiya hevkarî û hevahengiya hevbeş ya di navbera hemû alî û hêzên siyasî da yên ji bo rûbirûbûna aloziyan û ji holê rakirina astengiyên di welat da bi awayekî kirin ku, berjewendiyên hemû pêkhateyên gelê Iraqê bi cîh bikin û ewlehî, aramî û serweriya neteweyî bêne bi hêz kirin.