Êvara îro duşemê 04.05.2026, birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, di berdewamiya hevdîtinên xwe yên li Bexdayê de, bi birêz Elî Falih Elzeydî, Serokwezîrê destnîşankirî yê Iraqa Federe re civiya.
Di civînê de, Serok Nêçîrvan Barzanî tevî dubarekirina pîrozbahiyên xwe yên ji bo erkdarkirina wî wek Serokê Hikûmetê, hêviya serkeftinê ji bo birêz Elzeydî xwest. Her wiha amadeyî û piştevaniya tam a Herêma Kurdistanê ji bo biserxistina gavên avakirina kabîneya nû û serkeftina hikûmeta wî nîşan da.
Ji aliyê xwe ve, birêz Elzeydî spasiyên xwe ji bo helwestên erênî û piştevaniya Serok Nêçîrvan Barzanî anî ziman. Her du aliyan tekezî li ser giringiya lezandina avakirina hikûmeteke nîştimanî ya jêhatî kirin; hikûmeteke ku bibe sîwana hemû pêkhateyan û bersiva asengiyan û daxwaz û hewcedariyên welatiyan bide.
Di vê çarçoveyê de, wan tekezî li ser karkirina hevbeş kir ji bo bicîhkirina aramî û tenahiya siyasî û ewlehiyê, her wiha dîtina çareseriyên bingehîn ji bo pirsgirêkên Iraqê bi giştî û yên Hewlêr û Bexdayê bi taybetî, bi awayekî ku mafên destûrî yên her alî parastî bin.
Dawiyê, herdu alî hevbawer bûn ku ev qonax hevahengiyeke asta bilind û karkirina bi hev re ya hemû hêz û aliyên siyasî dixwaze, da ku astengî bên derbaskirin û ber bi pêşerojeke geştir û aramtir ve ji bo tevahiya welêt gav bên avêtin.