Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî bi Serokwezîrê Kuweytê re civiya

2025-02-14T15:14:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Êvariya îro Înê 14.02.2025ê li bajarê Munchenê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi birêz Şêx Ehmed Ebdullah Ehmed El-Sabah Serokwezîrê Kuweytê re civiya.

Di civînê da peywendiyên Kuweytê bi Iraq û Herêma Kurdistanê ra, rewşa navxwe ya Iraq û Herêma Kurdistanê, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, rewşa Sûriyeyê û pêşhatên dawî yên navçeyê gotûbêj kirin.

Her du aliyan pesna peywendiyên dîrokî yên di navbera Kuweyt û Herêma Kurdistanê û tekez li ser berfirehkirina hevkariyên hevbeş di hemû waran da kirin. Her wiha li ser girîngiya parastina aştî û aramiyê û dûrxistina welatên navçeyê ji pirsgirêk û nakokiyan de hevdeng bûn.

Di derbarê rewşa Sûriyeyê jî da, herdu aliyan tekez li ser girîngiya seqamgîrî û aramiya welat û parastina mafên hemû pêkhateyan kirin û herwesa, berdewamiya şerê li dijî terorê û metirsî û gefên DAIŞê bi pêwîst zanîn.