Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî bi Seyîd Emmar El-Hekîm re civiya

2026-05-04T16:19:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVXWEYÎ

Êvara îro duşemê 04.05.2026, birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, di berdewamiya hevdîtinên xwe yên li Bexdayê de, bi birêz Seyîd Emmar El-Hekîm, Serokê Tevgera Hikmeya Nîştimanî re civiya.

Destpêkê, Serok Nêçîrvan Barzanî careke din pîrozbahî li birêz Seyîd El-Hekîm kir ji bo serkeftina kongreya wan û dîsa hilbijartina wî ya wek Serokê Tevgera Hikmeyê, her wiha pîrozbahî li serokatiya wan a nû kir û hêviya serkeftinê ji wan re xwest. Ji aliyê xwe ve, birêz El-Hekîm spasî û pêzanînên xwe ji bo Serok Nêçîrvan Barzanî anîn ziman.

Di civînê de, her wiha rewşa siyasî ya Iraqê û hewlên ji bo bicîhkirina aramiyê hatin gotûbêjkirin. Herdu aliyan tekezî li ser giringiya diyaloga nîştimanî û hevfêmkirina navbera hêzên siyasî kirin wek kilîta çareseriyê ji hemû probleman re, bi awayekî ku yekrêzî û tebayî di navbera pêkhateyan de parastî be.

Herdu alî hevbawer bûn ku pêwîst e hikûmeta bêt li ser bingeha hevparîya rastîn be û xizmet û başkirina rewşa jiyana welatiyan di pêşîniya karên wê de be. Di vê derbarê de, Seyîd Emmar El-Hekîm pêzanînên xwe ji bo rola hevseng û nîştimanî ya Serok Nêçîrvan Barzanî ya nêzîkkirina aliyan û dîtina çareseriyan ji probleman re anî ziman.

Rewşa navçeyê û giringiya dûrxistina Iraqê ji bandor û encamên aloziyan re, beşek din ê hevdîtinê bû, ku tê de tekezî li ser parastina berjewendiyên bilind ên welat û serweriya nîştimanî hate kirin.