Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî bi Wezîrê Berevaniyê Îtalyayê re civiya

2025-02-14T08:49:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Îro danê sibê 14.02.2025 li bajarê Munchenê Almanyayê, di çarçoveya beşdariya di Konferansa Asayîşa Munchenê da, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê di civînekê da bi Wezîrê Berevaniyê Îtalyayê birêz Guido Crosetto re têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Îtalyayê da, xurtkirina hevkariyên di navbera her du aliyan û rûbirûbûna metirsiya DAIŞê gotûbêj kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî, ji bo piştevanî û hevkariyên Îtalyayê yên di warê rahênankirina hêzên Pêşmerge û bihêzkirina şiyanên wan di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê da li ser navê Herêma Kurdistanê spasiya Îtalyayê kir û amaje bi wê yekê kir ku Iraq û Herêma Kurdistanê bi berdewamî pêwîstiya wan bi piştevaniya navdewletî ya jinavbirina DAÎŞê heye.

Ji aliyê xwe ve Wezîrê Berevaniyê Îtalyayê tekez li ser girîngiya hevkariya digel Herêma Kurdistanê û pêdagirbûna welatê xwe li ser berdewamiya piştevaniya Pêşmerge û bihêzkirina hevkariyên serbazî û emnî digel Iraq û Herêma Kurdistanê kir û rola Herêma Kurdistanê di parastina aramiya li navçeyê da bilind nirxand.

Her di vê hevdîtinê da pêşhatên dawî yên emnî û siyasî yên Iraq û navçeyê bi taybetî rewşa Sûriyê û mijarên din yên xwedî berjewendiyên hevbeş hatin gotûbêjkirin.