Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî bi Wezîrê Berevaniyê yê Îtalyayê re civiya

2024-12-22T08:05:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Îro danê sibê yekşemê (22.12.2024) birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya birêz Guido Crosetto Wezîrê Berevaniyê yê Îtalyayê kir.

Di civînê de ku, birêz Şêx Cefer Şêx Mistefa Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê, birêz Balyozê Îtalyayê li Iraqê û hejmarek ji berpirsên her du aliyan têda amadebûn, têkelî û hevkariyên hevbeş yên leşkerî û emnî yên Îtalyayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re, piştgirî û rola hêzên Îtalî di rûbirûbûna terorê de, rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê û tirsa ji dubare derkeftina DAIŞê hatin gotûbêjkirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya hevkarî û piştevaniya Îtalyayê ya Iraq û Herêma Kurdistanê di hemû waran de, bi taybetî di rûbirûbûna terorîstan û têkşikandina DAIŞê de kir û berhevî û xwesteka Herêma Kurdistanê ji bo zêdetir pêşxistina asta hevkariyên hevbeş bi Îtalyayê ra û parastina ewlehiyê û aramiya li navçeyê nîşan da.

Ji aliyê xwe ve birêz Wezîrê Berevaniyê yê Îtalyayê tekez li ser wê yekê kir ku welatê wî, wek hevkarekî girîng, giringiyê bi peywendiyên xwe yên bi Iraq û Herêma Kurdistanê re dide û di vê çarçoveyê de dê di hemû waran de li ser alîkarî û piştevaniyê berdewam be û pesna rola Pêşmerge di şerê li dijî terorîstan û têkşikandina DAIŞê de kir û rol û pêgeha Herêma Kurdistanê li navçeyê bilind nirxand.

Her du aliyan behsa tevger û hewlên xwe rêkxistin kirina DAIŞê kir û hevfikir bû ku hêşta li ser ewlehiya aramiya Iraq, Sûriyê û navçeyê metirsiyek rasteqîne ye. Ji ber vê yekê dê piştevaniya Hevpeymaniya navdewletî ya Iraq û Herêma Kurdistanê berdewam be û tekez li ser wê yekê kir ku Iraq tevlî pirsgirêk û aloziyên navçeyê nebe.

Pêşhatên dawî yên rewşa herêmî û bi taybetî guhertinên li Sûriyê qewimîn û bandorên wan û li ser navçeyê bi giştî û komek mijarên ku xwedî berjewendiya hevpar in, mijarên din yên civînê bûn.