Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî bi Wezîrê Derve yê Fransayê re civiya

2025-02-15T13:33:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Îro şemiyê piştî nîvro 15.02.2025ê li bajarê Munchenê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê di civînekê da bi Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrow re behsa pêşxistina peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê bi Fransayê re û xurtkirina hevkariyên di warê siyasî, emnî û aboriyê da kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî li ser navê gelê Kurdistanê spasiya dostayetî û berdewamiya piştevaniya Fransayê ya ji bo Herêma Kurdistanê, bi taybetî di warê rûbirûbûna terorê û piştevanîkirina aramiyê da kir û tekez li ser girîngiya pêşxistina têkiliyên bi Fransayê re kir.

Ji aliyê xwe ve, Wezîr Jean-Noel Baro girîngîdana Fransayê bi bihêztirkirina hevkariyên bi Herêma Kurdistanê re dupat kir û balkişand li ser rola Herêma Kurdistanê di parastina aramiya Iraq û navçeyê da û tekez li ser pêdagiriya Fransayê bi piştevanîkirina Iraq û Herêma Kurdistanê di rûbirûbûna kêşeyên ewlehiyê da kir.

Pêşhatên li Sûriyeyê û bi taybetî rewşa Kurd li wî welatî û rewşa Rojhilata Navîn bi giştî di civînê da gotûbêj kirin.