Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî bi Wezîrê Derve yê Fransayê re civiya

2025-04-23T20:43:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Êvara îro çarşem 23/4/2025 birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwazî li birêz Jon Noel Barû, Wezîrê Derve yê Fransayê û şanda pê re kir ku bi seredaneke fermî li Iraqê ne.
Di civînekê de herdu aliyan gotûbêjeke berfireh û berhemdar derbarê çawaniya pêşxistina têkiliyên Fransayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re kirin û derbarê pêşhatên Iraq û herêmê bi giştî de, dîtin û ramanên xwe guherandin.

Serok Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku Herêma Kurdistanê dostanî û têkiliyên dîrokî yên Fransayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re bilind dinirxîne, herwiha daxwaza Herêma Kurdistanê ji bo pêşvebirina hevkariya hevpar di hemû waran de, bi taybetî di xurtkirina ewlehî û aramî û hevkariya aborî û çandî de, nîşan da.

Serok herweha spasî û nirxandina kûr a xwe ji bo Fransayê û birêz Serok Macron dubare kir ji bo piştgiriya wan a berdewam ji bo Iraqê û ji bo gelê Kurdistanê, bi taybetî di demên dijwar de. Herwiha ragihand: Çavê me li berdewamiya hevkarî û hevahengiya hevpar e ji bo xizmetkirina aştî û pêşveçûnê li herêmê.

Ji aliyê xwe ve, birêz Wezîrê Derve yê Fransayê kêfxweşiya xwe bi seredana xwe ya ji bo Iraqê û Herêma Kurdistanê nîşan da û tekez li ser daxwaza welatê xwe ji bo xurtkirina têkiliyan bi Iraqê û Herêma Kurdistanê re di warên cuda de kir.
Wî herweha xuya kir ku Fransa wek hevbeşek bi nirxandina mezin li têkiliyên xwe bi Iraqê û Herêma Kurdistanê re dinêre û berdewamiya piştgiriya welatê xwe ji bo Iraqê û Herêma Kurdistanê di hemû waran de, dubare kir.

Rewşa Sûriyê û çend mijarên din ên girîng ên hevpar, aliyek din ê civînê bû. Piştî civînê di daxuyaniyeke rojnamevanî de behsa naveroka civîna xwe kirin.

Serê pêşî Serok Nêçîrvan Barzanî got:

Gelek kêfxweş im ku vê êvarê li vir li Hewlêrê min pêşwazî li cenabê birêz Jean-Noël Barrot, Wezîrê Derve yê Fransayê kir. Spasiya cenabê wan dikim ji bo seredana wan a ji bo Herêma Kurdistanê. Me gotûbêjeke berfireh û berhemdar derbarê têkiliyên Herêma Kurdistanê û Fransayê û guherînên li Iraq û herêmê de kir.

Em dostanî û têkiliyên dîrokî yên Fransayê bi Iraqê û Herêma Kurdistanê re bilind dinirxînin. Em tekezê li ser pabendiya xwe bi pêşvebirina têkiliyan û firehkirina hevkariya hevpar di hemû waran de dikin. Bi taybetî di xurtkirina ewlehî û aramî, hevkariya aborî û çandî û warên din de jî.

Her di vê derfetê de spasî û nirxandina kûr a xwe ji bo Fransayê û cenabê Serok Macron dubare dikin, ji bo piştgiriya wan a berdewam ji bo gelê Kurdistanê, bi taybetî di demên dijwar de. Çavê me li berdewamiya hevkarî û hevahengiya navbera me ye ji bo xizmetkirina aştî û pêşveçûnê li herêmê.

Dîsan gelek bi xêr hatin cenabê wezîr.

Paşê birêz Wezîrê Derve yê Fransayê got:

Birêz Serok, ezîzê min Nêçîrvan Barzanî, cihê kêfxweşiya min a mezin e ku ez îro li vir im bi we re li Hewlêrê, di seredana xwe ya yekem de ji bo Iraqê, seredanek ku min nikarîbû bifikrim bê rawestiyan li dilê Herêma Kurdistanê.

Dixwazim spasiya we bikim, herwiha spasiya Serok Mesûd Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî, ji bo germiya pêşwazîkirinê û nîşana dostaniya we. Dostaniyek taybet heye di navbera Fransa û Kurdistanê de, di navbera gelê kurd û gelê fransî de. Di nava zêdetirî sîh salan de, me têkiliyên bihêz û biratî pêş xistin, ku li ser xebata hevpar û girêdana bi azadiyê ve hatine avakirin.

Fransa yekemîn destpêşxerî kir, li 5ê Nîsana 1991an, ji bo handana Encûmena Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî ber bi pejirandina biryara 688ê ve, ku rê ji xwebirêvebirina kurdî re li Iraqê xweş kir.

Di salên borî de, şerê dijî DAIŞê faktorek bû ji bo xurtkirina têkiliyên me û ez dikarim bibêjim ku di navbera me de (biratiya çekan) a rastîn heye. Hêzên me berdewam in di şerkirinê de li tenişta Pêşmerge, hêzên ewlehiyê yên Iraqê û hêzên Sûriya Demokratîk.

Dixwazim li pêşberî we pesnê mêrxasî û canfedayiya hêzên Pêşmerge bidim. Aştî û pêşveçûn li Rojhilata Navîn nikare bê bidestxistin bêyî parastina piralîtiyê li herêmê. Min ev tişt berî hinekî ji Patryarkê Kildanî Mar Luis Sako re got ku dilisoziya neguher a Fransayê jê re tekez kir.

Îro jî, dubare ji bo cenabê Serok û ji bo desthilatên herêmê bi hemû pêkhateyên wan ve, hevkariya Fransayê û ruhê diyalogê ku taybetmendiya me ye, tekez dikim.

Destpêka hevkariya me di rûbirûbûna DAIŞê de, dijminê me yê hevpar ku tevî lawaziya xwe, hîn jî şiyana wî ya çêkirina metirsiyê heye. Ne Fransa, ne Kurdistana Iraqê ku herdu jî gelek êşên mezin ji terorîzma îslamî dîtine, nikarin sazişê bikin an jî paşvekişînê ji destketiyên deh salan bikin.

Em hîn jî mikur in li ser pêşkêşkirina hemû piştgiriyeke pêwîst ji bo hevbeşên xwe di vê têkoşînê de, herwiha hevkarî li ser encamên nakokiyan ku herêmê bi tevahî dihejînin.

Navendên krîzê gelek in, ji şerê Xezzeyê heta aloziya bi Îranê re, herwiha encamên rûxandina Beşar Esed û astengiyên qonaxa veguhestinê li Sûriyê.

Eger Hewlêr di sala 2023 û çileya paşîn a 2024an de rastî êrîşan hatibe, Iraq û Herêma Kurdistanê bi giştî karîne xwe ji van aloziyên herêmî dûr bigirin, belkû beşdarî jî di hewlên aramkirinê de kirine.

Diyaloga siyasî û dîplomatîk ku em bi desthilatên herêmê re dikin, nirxek mezin heye, ji bo şikandina bazina tundûtijiyê ku êrîşa terorîstî ya 7ê cotmeha 2023an pêxist.

Cenabê Serok, ez amaje bi hemahengiya nêzîk a me dikim, ji bo piştgirîkirina hewlên General Mazlûm û hemû hêzên siyasî yên kurd li Sûriyê û yekxistina rêz û karîgeriya erênî li ser prosesa veguhestina berdewam li Sûriyê, bi awayekî ku piralîtî û maf û berjewendiyên kurd û hemû pêkhateyên civaka Sûriyê û berdewamiya şerê dijî terorîzma îslamî misoger bike. Piştî hinekê li ser vê mijarê ez ê gotûbêjê bi General Mazlûm re bikim.

Li hemberî van astengiyan, Fransa bawer dike ku hêza dezgehên demokratîk, ku Herêma Kurdistanê nimûneya wê ye li herêmê, beşeke girîng e. Ev e wateya hilbijartinên parlamentoyê ku li herêmê di cotmeha borî de hatin lidarxistin, herwiha hilbijartinên parlamentoya federal e ku ji bo payîza bê hatine diyarkirin.

Fransayê piştgirî kiriye û dê berdewam be di piştgirîkirina van prosesên hilbijartinan de. Ev jî girîngiyeke mezin dide gotûbêjên berdewam li ser pêkanîna hikûmeta herêmê, bi awayekî ku karîna Kurdistanê ji bo rûbirûbûna nearamiya herêmî xurt bike.

Dawiyê, ev e wateya wê diyalogê ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de ye û Fransa wek derfetek ji bo xurtkirina yekîtiya Iraqê û ewlehî û pêşveçûna wê dibîne û bi heman rengî ewlehî û pêşveçûna herêmê di nav de.

Gelek tiştên me hene ku em pêkve bikin cenabê Serok, wek fransî û kurd. Hewlên me di warê dîplomasî û çandê de li Kurdistanê refleksiyona xwe heye di projeyên berbiçav ên rojane de. Ez hatime cem we ji bo dubaretezkirina girêdana me bi vê têkiliyê û daxwaza me ji bo pêşvebirinê bi armanca avakirina pêşeroja hevpar.

Ev armanc e di piştgiriya me de ji bo perwerdehiya gencan bi rêya Enstîtuya Fransî li Hewlêrê û Enstîtuya Fransî ji bo Rojhilata Nêzîk û herdu dibistanên Fransî "Daniel Mitterand" li Silêmanî û Hewlêrê.

Ev sazî beşdar in di belavkirina zimanê fransî û çandê û danûstandina akademîk û zanistî de. Herwiha em kar dikin ji bo piştgiriya pêşveçûna aborî li Kurdistanê, bi rêya xurtkirina têkiliyên bazirganî ku rêyek e bi Forûma Aborî ya Fransî-Kurdî dest pê kir ku di îlona borî de hat lidarxistin û em kar dikin ji bo zêdetir xurtkirina wê.

Ev ew mijar in ku min xwest bi bawerî pê re bi we re cenabê Serok herwiha bi desthilatên herêmê re gotûbêj bikim. Min ev bi ruhê dostanî û hevkarî û dilsoziyê kir ku taybetmendiya têkiliyên fransî-kurdî yên me ne.

Dîsan spas ji bo pêşwaziya we.