Piştî nîvro ya îro Pêncşem, 27/11/2025, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li desteya serokayetiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) bi serokayetiya birêz Mihemed Îsmaîl, Serokê Encûmenê kir.
Di civînê de, desteya serokayetiya (ENKS) pêşhatên dawî yên Sûriyeyê û rewşa Kurd û pêkhateyên din li wî welatî pêşkêş kirin û li ser rola encûmenê di pêvajoya siyasî de danûstandina bîr û ramanan kirin.
Serok Nêçîrvan Barzanî tekez li ser pêwîstiya yekrêzî û lihevkirina aliyên Kurdî kir û dubare kir ku Herêma Kurdistan wek herdem dê piştgir û alîkarê pêvajoya danûstandinan be. Herwiha hevrejiyan û parastina mafê hemû pêkhateyan wekî bingeha aramî û pêşketina welat bi nav kirin.
Ji aliyê xwe ve desteya serokayetiya (ENKS) spasiyên xwe û rûmeta xwe ji bo rola berdewam a Serok Nêçîrvan Barzanî di çareserkirina pirsa Kurd li Sûriyeyê û piştgiriya berdewam a Herêma Kurdistanê anîn ziman.
Rewşa herêmê bi giştî û çend mijarên xwedî girîngiya hevpar, mijareke din a civînê bû.