Sipêdehiya îro pêncşemê 17/09/2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, beşdarî rêwresma vekirina Lûtkeya Silêmaniyê ya ji bo Aborî û Geşepêdan û Veberhênanê bû ku tê de her yek ji birêzan Serokkomarê Iraqa Federal, Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, hejmarek ji berpirsên Iraq û Herêma Kurdistanê û karsaz û xwedîkarên navxweyî û biyanî beşdar bûn.
Di rêwresmê de birêz Serokê Herêma Kurdistanê, gotarek pêşkêş kir, ev e jî naveroka wê ye:
Rojbaş,
Kêfxweş im îro li Silêmaniyê di vê civîna girîng de ligel we me ku saziya Vision ew rêkxistiye bo gotûbêjkirina paşeroja aboriya Herêma Kurdistanê û Iraqê. Destxweşiyê li wan dikim.
Kerta taybet hevbeşekî sereke bûye di avedankirina Herêma Kurdistanê de û pêşketina Kurdistanê pêdivî bi wê yekê heye ku rola wê berfirehtir û bihêztir bibe. Erka me ew e ku jîngeheke yasayî, îdarî û ewlehiyê ya guncav bo veberhênanê birêxsênîn.
Di salên borî de binesaziyeke baş û kargeh li Herêma Kurdistanê hatin çêkirin, lê dema wê hatiye ku bi awayekî temam ji aboriyeke bikarhêner pengavan bavêjin ber bi aboriyeke berhemhêner û fireh-çeşn ve di riya arastekirina zêdetir a sermayê ber bi kertên çandinî, pîşesazî, geştiyariyê û piştgirîkirina berhema navxweyî ve li Herêma Kurdistanê.
Em aboriya Herêma Kurdistanê û Iraqê wek temamkerê hev dibînin ne ku wek rikeber. Bi hêziya Iraqê hêzbûn e bo Herêma Kurdistanê, avedaniya Herêma Kurdistanê jî xizmeta hemû Iraqê dike. Nabe nakokiyên siyasî bibin asteng bo bazirganî û veberhênanê, belku divê ligel hikûmeta federal bigihîjin çarçoveyeke destûrî ya zelal bo pirsgirêkên darayî, gumrik û bacan.
Em dixwazin şîrketên Herêma Kurdistanê û Iraqê mezintir bibin, me pê xweşe ku şîrketên Herêma Kurdistanê projeyên nû li naverast û başûrê Iraqê bikin, lê gelek pêwîst e Bexda hêsankarî bo karê wan şîrketan bike ku li Herêma Kurdistanê kar dikin û hemû karûbarên wan ên yasayî û darayî li Herêma Kurdistanê, li Bexdayê jî werin pejirandin û cihê baweriyê bin.
Li vir dixwazim behsa naveroka babetê bikim: tu çaksaziyeke bankî ya berdewam namîne, tu pîşesaziyeke bihêz nayê avakirin, em nikarin tu veberhênaneke demdirêj jî bikişînin eger aramiya siyasî û yasayî nebe, ji ber ku sermaye li dû baweriyê digere, bawerî jî pêdivî bi ewlehiyê heye, ewlehî pêdivî bi yasayê heye, dewleta yasa jî ji rêzgirtin û pabendbûna bi destûrê ve dest pê dike.
Amadebûyên birêz,
Piştî zêdetir ji bîst salan bi ser pejirandina destûra Iraqê re, pêwîst e em gelek bi zelalî ji xwe bipirsin li hemû Iraqê: gelo me destûra xwe wek xwe, wek ku me li ser rêkketibû bicîh aniye?
Bersiv zelal e: Na, me bicîh neaniye!
Em bawer dikin pirsgirêka Iraqê ne di çawaniya destûra wê de ye, belku di wê de ye ku destûr hêj jî wek xwe û bi temamî nehatiye bicîbicîkirin. Destûr daxwaziyeke taybet a Kurdan nîne an îmtiyazek nîne bo Herêma Kurdistanê, belku peymanek e di navbera hemû Iraqiyan de û garantiya mafên hemû pêkhateyan û hemû welatiyên Iraqê ye.
Dema em daxwaza bicîbicîkirina destûrê dikin, em daxwaza tu tiştekî li ser hesabê tu pêkhateyeke din nakin, belku em daxwaza pabendbûna bi wê peymanê dikin ku Iraqiyan bi xwe deng dane bo wê ji bo avakirina dewleteke federal, demokratîk û pirreng de. Bicîbicîkirina destûrê hevbeşî û pêkvebûna pêkhateyên Iraqê û saziyên dewletê di vî welatî de xurt dike.
Bi zelalî dibêjim: Destûr çavkaniya hêzê ye bo hemû pêkhateyên Iraqê. Bicîhkirina destûrê hêzê dide dewletê û baweriyê vedigerîne bo dewletê li cem gelê Iraqê bi hemû pêkhateyên wê ve. Em Iraqekê naxwazin ku her pêkhateyek xwe bavêje ber hêz, hejmar an pêgeha xwe bo parastina xwe, belku em Iraqekê dixwazin ku hemû penaya xwe bi destûrê ve bibin.
Em dewletekê dixwazin ku tê de Kurd, Ereb, Tirkmen, Xiristiyan, Êzdî û hemû welatiyên Iraqê hest bikin ku mafên wan bi guherîna hikûmetan an hevkêşeya hêzê naguhere, belku mafê wan bi destûrê hatiye parastin û ji aliyê saziyên dewletê û yasayê ve tê parastin.
Federaliya ku di destûrê de hatiye pejirandin çavkaniyeke mezin a hêzê ye bo Iraqê, eger federalî were bicîhkirin Iraqê dike dewleteke gelek bihêz li navçeyê de. Federalî ew form e ku Iraqiyan deng dane û pejirandine bo avakirina dewleta xwe ya nû bi hevbeşî û misogerkirina yekîtiyê. Lewma bicîhkirina destûrê, kilîl û mifteya çareseriya pirsgirêkên Iraqê ye.
Em li Herêma Kurdistanê beşek in ji Iraqa federal. Dûpat dikim, Bexda kûrahiya me ya stratejîk e û ewlehî û aramiya Iraqê beşeke neveqetandî ye ji ewlehî û seqamgîriya Herêma Kurdistanê, pêwîst e bihêzbûna Herêma Kurdistanê jî wek çavkaniya hêzê were dîtin bo hemû Iraqê. Lewma nabe nakokiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de wek qeyraneke salane bimînin û bi çareseriyên demkî werin çareserkirin.
Destûra me heye, saziyên me hene, maseya diyalogê ya me heye, ligel derketina her qeyranekê pêdiviya me bi rêkketineke nû nîne, belku pêdiviya me bi bicîhkirina wê rêkketina mezin e ku em hemû li wir dicivin, ew jî destûra Iraqê ye. Pirsgirêkên budce, mûçe, neft û gaz û desthilatan divê çareseriya destûrî ya mayinde bo were dîtin, bi awayekî ku mafên Herêma Kurdistanê û mafên Iraqê û hemû welatiyên Iraqê biparêze.
Armanc ne ew e Hewlêr li ser Bexdayê bi ser bikeve, an Bexda li ser Hewlêrê bi ser bikeve, belku armanc ew e Iraq bi ser bikeve, destûr bi ser bikeve. Hêza me hemûyan di Iraqeke federal a bihêz de ye, hêza me hemûyan di wê de ye ku Herêma Kurdistanê di çarçoveya Iraqê de bihêztir be. Hêza Iraqê di wê de ye ku bi giyanê destûrê tevbigere û Iraqî bi hemû pêkhateyên xwe ve di bin sîwana destûrê de xwe di çarçoveya hevbeşiyeke rastîn a hestpêkirî de bibînin.
Rêzdaran,
Eger em ji destpêkê ve pabendî destûrê bûna û me bi temamî bicîhbikira, bêguman Iraq seqamgîrtir, pêşketîtir û avadantir dibû, baweriya di navbera pêkhateyan de bihêztir dibû, pêgeha Iraqê li navçeyê jî bêguman mezintir dibû.
Birêvebirina qeyranan li şûna çareserkirina wan, dem, derfet û çavkaniyeke gelek zêde bi vala avêt. Dem hatiye ku em dawî li birêvebirina nakokiyên xwe bînin û dest bi çareserkirina wan bikin, riya wê jî zelal e û pêkhatiye ji: Destûr, diyalog, hevbeşiya niştimanî di vî welatî de. Divê sazî werin bihêzkirin û mekanîzmek bo dîtina xeletiyan û rastkirina wan were çêkirin da ku êdî dubare nebin.
Ev jî me dibe ser mijara civîna me ya îro; ew veberhênerê ku projeyeke mezin datîne, kar bo bi dehan salên bê dike, lewma pêdivî bi yasayeke zelal, bi dadweriyeke cihê bawerî û serbixwe heye, pêdivî bi sîstemeke bankî ya xurt û seqamgîriya siyasî heye bo ku projeya xwe bicîh bîne. Lewma bicîhkirina destûrê û serweriya yasayê girêdayî aboriyê ne.
Birêzan,
Herêma Kurdistanê û Iraq xwedî şiyaneke gelek mezin û sermayeyeke mirovî ya mezin in, erka me ye ku jîngeha geşbûna wan birexsênin di riya çespandina baweriya di navbera welatî û saziyan de, di navbera kerta giştî û kerta taybet de, di navbera Herêma Kurdistanê û Bexda û hemû Iraqê de. Li her cihê ku bawerî û serweriya yasayê hebe, veberhênan, derfetên kar û geşepêdan zêdetir dibe.
Li Iraq û li Herêma Kurdistanê, nabe êdî pirsgirêk barê welatiyan giran bikin. Xelkê Kurdistanê çavê wan li hêz û aliyên siyasî ye, ku pirsgirêkan bi hevbeşî û yekrêzî û pêkvebûnê di nav Herêma Kurdistanê de çareser bikin. Welatî û veberhênerên Kurdistanê bi seqamgîriya siyasî, kar û jiyana wan baştir dibe, lewma divê em hemû ji bo rêkketin û aramiyê bixebitin.
Her di vî warî de spas ji bo saziya Vision dikim bo vexwendina me û spas dikim ku em vexwendin. Herwiha dixwazim spasiya têrwanîna birêz û xweşdiviyê min Kek Qubad bikim bo vê destpêşxeriya ku kiriye û bo vê handana ku ligel Vision kirine bo van karên xweş, bêguman ev hevalê xweşdivî demeke dûr û dirêj e me pêkve kar kiriye di hikûmeta Herêma Kurdistanê de, ez vî hevalî wek sermayeyekê dibînim bo Herêma Kurdistanê bo vî welatî û destxweşiyê lê dikim.
Hûn hemû bi xêr hatin û gelek spas.