Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî: Çareseriya pirsgirêkên me li Bexdayê ye

2023-10-10T19:13:34.000000Z
Nûçe Didar
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja sêşemê danê êvarê 10.10.2023ê li bajarê Hewlêrê, beşdariya paneleke Dîdara Mêrî da kir. Di wê panelê da hejmarek ji berpirsên hizbî û hikûmî yên Hikûmeta federal a Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê, nûnerên welatên biyanî yên li Herêma Kurdistanê, mamostayên zanîngehan û akademîsyen amade bûn, Serok Nêçîrvan Barzanî behsa çendîn mijarên girêdayî rewşa giştî ya Herêma Kurdistan, Iraq û navçeyê kir.

Pêşî di bersiva pirsekê da derbarê rewşa navxwe, biloqbûna Zona Kesk û Zer, karnekirin bi rêkeftina stratîjîk û nexşerêya ji bo çareserkirina vê rewşê, Serokê Herêma Kurdistanê got:

“Eger em vegerin salên berê, di wê serdemê da ku xwedê jêrazî Mam Celal û cenabê Serok Barzanî bi hev ra kar dikir, me bi alîkarî û hevkariya hemû aliyên Kurdistanî karî destkeftên mezin ji bo gelê xwe û ji bo Iraqê bi dest bixin. Têkiliyên di navbera PDK û YNKê ji bo me hemûyan pir girîng e û divê em hemû bixebitin ku tu pirsgirêkên nezin nekevin pêşiya wan têkiliyan. Ez dikarim bibêjim ku, gelek caran dilgiraniyek mezin heye ku gelo navbera YNK û PDKê ew qas xirabe ku dê bibe sedema derketina pirsgirêkên mezin? Ez dibêjim na, ew têkilî ewqas nexerabin ku em nikaribin çareser bikin. Rastî ev e ku, piştî Mam Celal, YNK li Kurdistanê di qonaxeke veguhêz da derbas dibe, bi taybetî piştî koça dawî ya Mam Celal, rastî rûbirûyê hindek pirsgirêkên din bû, ya ku em niha hest pê dikin di nava YNKê da seqamgîriya siyasî baştir heye, nemaze piştî vê kongreyê dawiyê li dar xistî. Em li hêviya paşerojeke baştir a peywendiyên YNK û PDKê ne. Mesele ne ew e ku em yekrêz bin, divê em têgihiştineke hevbeş bibînin ka çawa bi hev re kar bikin, ez difikirim ku YNKê fêm kiriye ku divê bi PDKê ra kar bike û PDKê jî fêm kiriye ku divê bi YNKê ra kar bike, belê hemû PDKê. Lê mebest ewe ew mekanîzim çawa were dîtin û dest pê bikin, ji ber ku me bi hev re kariye gelek destkeftan bi dest bixin, bêguman ji hev dûrketin û cudabûn hemû Kurd û hemû pêkhateyên Kurdistanê û tevahiya Iraqê zirarê dibîne, ji ber ku ji bo Iraqê jî têkiliyên di navbera hêzên siyasiyên nava Kurdistanê girîng e. Pêngava me ya pratîkî ew e ku em li ser wê yekê li hev bikin ku nêrîna me ya hevbeş ji bo paşeroja vê peywendiyê çi ye? Wê bibe mîna ku me bi nemir Mam Celal ra dikir ku heyamek pir baş a aramiya siyasî û aborî li Kurdistanê dirust bû û heya demekê dirêj dom kir. Piştî vê rewşa niha li Kurdistanê heye, ji bona îdarekirina welêt, pêwîstiya me bi rêkeftin û têgihiştinek nû bi YNKê ra heye. Bi baweriya min destpêkirin divê rêkeftineke realîst be û em her du alî jî bi realîstî li rewşê binêrin û bi hev re kar bikin."

Di derbarê çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê û serdana Tehranê bo wê mebestê, Serok Nêçîrvan Barzanî got:

"Çareseriya pirsgirêkên me li Bexdayê ye û li tu cihekî din nîne. Îran cîranê me ye û erê emê serdana Îranê jî bikin, lê wekî min got, em ne biyanî ne, em xwediyê malê ne û tiştên ku min behs kirin me bi hev ra kirine. Ji ber ku em xwe xwediyê malê dizanin, divê em bi hev ra, digel birayên xwe yên li Bexdayê rûnin û bê tawîz pirsgirêkan çareser bikin."

Di derbarê berteka Herêma Kurdistanê li hember gefên Îranê yên di derbarê hebûna hêzên opozîsyona Rojhilat li Herêma Kurdistanê û rêkeftina ewlehiyê ya di navbera Iraq û Komara Îslamî ya Îranê de, Serokê Herêma Kurdistanê got:

"Li vir ez behsa prensîbekê dikim. Li gorî tu qanûneke navdewletî, ne rast e Iraq bibe metirsî li ser cîranên me. Ev wek prensîb, hiqûqa navdewletî jî rê nade ti kesî ku welatê wî bibe herêmek aram ji bo dijberiya wan welatan û li welatê me rahênan bikin û wek herêmeke aram bikar bînin û herin welatekî din operasyona leşkerî bikin û vegerin. Bexdayê bi Tehranê ra rêkeftineke ewlehiyê îmze kiriye û em li Herêma Kurdistanê jî pêdagirin ku wê rêkeftinê weke beşek ji Iraqê cîbicî bikin. Em pêdagirin û tişta ku me heta niha kiriye li gor wê rêkeftinê bûye, li Bexdayê ku niha ev dosyeye ji aliyê birêz Qasim el-Eracî ve tê birêvebirin û li Herêma Kurdistanê jî Wezîrê Navxwe rêveberiyê wê dosyeyê dike. Gavek mezin ber bi pêş ve çûne û di vî warî da pêşketinên baş çêbûne û em dupat dikin ku Herêma Kurdistanê li ser Komara Îslamî ya Îranê metirsî nîne. Komara Îslamî ya Îranê cîranekî me yê girîng e û sînorên me yên dirêj bi Komara Îslamî ya Îranê ra heye û em dixwazin ev pirsgirêk bi diyalogê bêne çareserkirin.
Berevajî vê yekê, me pêşkeftinên baş bidest xistiye û bi qasî ku ez dizanim, Komara Îslamî ya Îranê gelek spasdarê wan gavên me yên ku avêtine dike.”

Derbarê razîbûna aliyên Kurdistanî li ser van gavan jî got:

“Bi spasî ve dibêjim ku wan têgihiştineke gelek gelek baş ji bo rewşa Herêma Kurdistanê heye, ez dikarim wê bêjim ku min çendîn car bi wan ra hevdîtin pêk anî û hemû jî ji dil dixwazin ku Herêma Kurdistanê rûbirûyê ti pirsgirêkan nebe.

Derbarê peywendiyên Herêma Kurdistanê digel Tirkiyê û pirsgirêka hinartina petrola Herêma Kurdistanê, Serok Nêçîrvan Barzanî got:

"Pirsgirêka hinardekirina petrolê li ku ye? Bêguman Tirkiye niha amadebûna xwe ji bo vekirina boriya petrolê û rêkirina petrolê nîşan daye. Du astengiyên mezin li pêşiya hinardekirina petrolê hene. Ya yekem pereyê şîrketan e, eger petrol biçe pere dê vegere Bexdayê, lê dê kî heqdestê bide kompanyayên petrolê û dê çawa bê dayîn? Li gorî yasaya bûdceya Iraqê, wan ji bo her bermîlek petrola Kurdistanê 6 dolar diyar kiriye, ku ew jî pir û pir kêm e Kompaniyayên neftê niha vê pirsê dikin! Ji ber ku şiklê girêbestan li Herêma Kurdistanê ne xizmetguzarî ye, lê şirîkatiya digel kompanyane, Kompanyayên neftê dibêjin eger ji bo her bermîlek şeş dolar be, ev ji bo me dest nade. Iraq bi xwe li gor rewşê li hinek cihan 30 dolar dide Kompanyayên neftê. Li Geyare her bermîlek 30 dolarî dide lê li Herêma Kurdistanê 6 dolaran dide. Ev bi serê xwe pirsgirêkeke mezin e ku divê bê çareserkirin. Ya din jî ew e ku divê SOMO bi wan kompanyayên ku heta niha petrola Kurdistanê kirîne ra girêbestan îmze bike, ez bawer dikim ku ev yek dê nebe pirsgirêk, ji ber ku niha bi hev re diaxivin, lê divê ev pirsgirêk bi Iraqê ra were çareser kirin û bi awayekî pratîk da dest bi hinartina petrolê bo derve bikin. Helbet pirsgirêk ne li Tirkiyeyê, li Bexdayê ye".

Di derbarê pirsa PKK û hebûna wan li Herêma Kurdistanê, rola wî û Serok Mesûd Barzanî di nêzîkkirina PKK û Hikûmeta Tirkiyê da û hebûna derfetên din ji bo vejandina vê nêzîkbûnê heyê?

Serok Nêçîrvan Barzanî got: Weke prensîb divê ev pirsgirêk bi diyalogê bê çareserkirin û ev ne pirsgirêkeke ku em bikarin bi rêya leşkerî çareser bikin. Cureyê pirsgirêkê ew e ku divê bi rêya siyasî were çareserkirin. Bersiva min ewe ku tişta min li ser Îranê axivî, ji bo Tirkiyeyê jî heman prensîb derbas dibe. Nabe Herêma Kurdistanê bibe çavkaniya gefan bo ser asayîşa welatek cîran. Tirkiye wek welatekî girîng cîranê me ye, emê vê prensîbê ji bo Tirkiyê jî bi kar bînin. Kêşeya mezin ew e ku PKK pirsgirêkeke mezin e, pirsgirêkek mezin e ji bo Herêma Kurdistanê. PKK tu hurmet ji bo dezgehên Herêma Kurdistanê nîne û heta siyaseta PKKê ev be, em nikarin garantiyê bidin ku Tirkiye tiştekî neke. Derbarê wê yekê ka niha rolek heye, di dema borî da xwedê jêrazî Mam Celal ew rol lîstiye, cenabê Serok Barzanî ew rol lîstiye û min gelek hewl daye û me pêşketineke mezin bi dest xist, yanî ew nîne ku li Tirkiyeyê tiştek nehat be kirin, me gelek bi bêdengî û bi aramî me gelek tişt kirin. Ger pirs ev be, niha ew derfet heye û hûn niha wê derfetê dibînin? Em bi her awayî dixwazin derfetek hebe û em dixwazin di çareseriyê da rola xwe bilîzin lê niha ne diyar e.

Li ser pirsa gelo wî li ser vekirina firokexaneya Silêmaniyê ji geştên Tirkiyê ra bi Tirkiyê ra gotûbêj kiriye yan na?

"Belê, min ev yek bi wan re gotûbêj kiriye û em di gotûbêjên berdewam de ne, ji bo ji holê rakirina nîgeranî yên Tirkiyê li ser wê yekê, wan nîgeraniyan ji holê rakin û hatina firokeyên Tirkiyê û welatên din bo Silêmaniyê normal bibe û em berdewam li ser xetê ne. Hin dilgiraniyên wan hene ku divê werin çareser kirin da ku em gavek din pêşde biçin.”

Derbarê rewşa hevpeymaniya Amerîkayê digel Herêma Kurdistanê û Kurdan li Sûriyê, behsa sistbûna wê hevpeymaniyê tê kirin û ew sistbûn di siyaseta Amerîkayê da diyar dibe û gazindên wan ji Kurdan hene, Serokê Herêma Kurdistanê got:

Eger em li dîrokê binerin, her ji sala 1991ê ve, Amerîka beşeke sereke bûye di parastina Herêma Kurdistanê da ku Herêma Dijefirînê dirust kir, Amerîka beşeke sereke bû, cenabê we jî dizane ev kar bê Amerîka ne dihate kirin. Amerîka û Brîtanya û hevpeymanên din, Fransa, ev piştevanên sereke bûn di parastina Herêma Kurdistanê di wê demê da. Eger em li wê qonaxê hemûyê binêrin, em dibînin ku Amerîka piştevanê sereke yê şerê li dijî DAIŞê bûye û eger Amerîka û hevpeymanên din li Ewrûpayê di şerê dijî DAIŞê da alîkariya Herêma Kurdistanê û Iraqê nekirana, wê rewş nizanim niha wê çawa bûya. Em bi spasî ve li rola Amerîka û hevpeymanên wê li Ewrûpayê dinêrin ku bi rastî alîkariya me kirine. Niha li Herêma Kurdistanê weke beşek ji Iraqê dibînin Rêkeftineke Stratejîk di navbera Amerîka û Iraqê da heye, gelek derfet ji bo Herêma Kurdistanê hene ku Herêma Kurdistanê di wê çarçoveyê da kar bike û bikare ji Rêketina Stratejîk sûd werbigre û bikaribe rol bilîze. Ji ber vê yekê ez dixwazim bibêjim ku heta niha rola Amerîkayê ew bû ku me her duyan teşwîq bike ji bo çareserkirina pirsgirêkan navxwe li Herêma Kurdistanê û her tim me han dide ku li ser vê pirsê bi Bexdayê ra danûstandinan bikin û pirsgirêkan çareser bikin. Di vê meseleyê da tiştek nehatiye guhertin. Tiştê hindek car tê dîtin ewe ku carna Amerîka hinek sistî pê ra diyar e, ez wisa difikirim ku mijûl e, mesele ew e ku niha gelek karên pêşîneyên wan hene, ev meseleya Ukraynayê û mijara Çînê û gelek mijarên din ên sereke hene ku Amerîka mijûl kiriye. Eger ne wisa be, em guhertineke mezin di siyaseta Amerîkayê ya li hember Herêma Kurdistanê û Iraqê da nabînin.”

Derbarê daxwazên Amerîkayê ji Herêma Kurdistanê bi taybet pirsa yekxistina Pêşmerge û çend daxwazên din jî got:
Li ser pirsa hêzên Pêşmerge, ez giliyên wan li ser YNK û PDKê pir heq û rewa dibînim, ji ber ku mesele ew e ku ew hevpeymanên bi Amerîka ra, Almanya, Fransa, Îtalya, ev welatan çi dixwazin? Dixwazin Pêşmerge hemû yekgirtî be û hêzên Pêşmerge jî bibin yek. Ew gazinan dikin ku YNK û PDK ji bo çareserkirina vê pirsê gavên pêwîst navêjin, gilî û gazincên wan bi giştî mafdar in, ev nayê wê wateyê ku tu gav nehatine avêtin, hin gav hatine avêtin, lê gav hindik in, gav hêdîne û dixwazin ev pêvajo bi awayekî baştir û bileztir bê kirin.”

Derbarê roja yekkirina hêzên Pêşmerge de jî got:

“Em di nava pêvajoyekê da ne, weke min behs kir, em di pêvajoyekê da ne ku dest pê kiriye û bi rastî eger pirs ew be ku tiştek nehatiye kirin, ezê ji we re bêjim na, tişt hatine kirin. Di civîna dawiyê ya berî du heftiyan da me rewş nirxand. Ez weke Serokê Herêma Kurdistanê, bi geşbînî li vê dosyeyê dinêrim, ji ber ku min dît ku me çend gavên baş pêş de avêtine, lê gelo em gihîştine wan gavên ku dost û hevalbendên me yên ku piştgirîya vê pêvajoyê dikin, daxwaz dikin? Em gehiştine wan qonaxan? nexêr, lê di vê dosyeyê da pêşveçûn heye. Ev rêkeftek nîne ku ez ji cenabê we ra bêjim kengî? Lê ez hest dikim ku pêvajo niha baştir diçe".

Derbarê Iraq û pêşniyara wî ya ji civîna navbera Bexda û Hewlêrê da ji bo pêkanîna sîstemeke hevbeş ji bo federalîzmê û aliyê ku divê ev civîn digel wan were lidarxistin, Serok Nêçîrvan Barzanî got:

"Li gorî min divê em bi hevalbendên xwe yên ku me hikûmet ava kiriye ra diyalogeke ciddî bikin. Divê pirsê da divê bi hevalbendên xwe ra, Îdareya Dewletê ra diyalogeke ciddî bê kirin û mekanîzmeke ciddî bê danan li ser pirsa budceyê. Di warê darayî da ya ku Bexda bi Herêma Kurdistanê ra dike, ne wek tu federalîzmeke din e li cîhanê, ne tişteke, ev ne gazin in, ji ber ku divê em rojekê rûnin, ji ber ku 20 sal in hertim em dibêjin em di qonaxa veguhêz da ne, niha dem hatiye ku em van pirsgirêkan bi ciddî çareser bikin. Dîsan ez nabêjim ev hemû sûcê Bexdayê ye. Me pênaseyek heye ka sîstema federalî çiye? Kurdistan di hinek tiştan da gelek çûye û di hinek tiştan da jî Bexda nehatiye pêş, divê em rûnin û hemû van pirsgirêkan bi diyalogê çareser bikin û Iraq bi rastî bibe Iraqeke federal. Di sala 2003ê da em bi van sozên xwe çûn Bexdayê, li rewşê binêrin, ji sala 2003ê ve ku em beşdarî di avakirina Iraqa nû da bûn, ji aliyê siyasî ve ji bo Herêma Kurdistanê zêde tiştek neguheriye. Beriya sala 2003an jî rewşa me weke ya niha bû, lê sozên ku hatin dayîn ku sîstem dê federalî, demokratîk û federal û heta dawiyê, ev hemû ji bo me hemûyan hêvî bûn ku bi rastî me Iraqeke nû heye. Iraq bi pirsgirêkan ra rû bi rû ma, pirsgirêkên navxweyî hebûn. Teror pirsgirêka herî mezin a Iraqê bû. DAIŞ ji bo me hemûyan karesateke mezin bû. Li Herêma Kurdistanê zêdetirî du milyon penaber û zêdetirî 1000 kîlometran sînorên me digel DAIŞê hebû û em çeperên pêşiyê yê şer da bûn. Li eniyên şer tenê pêşmergeyan nêzî 2 hezar şehîd dane. Li deverên din ên Iraqê, artêşa Iraqê û Heşda Şaibî wan jî şehîd dane ji bo parastina Iraqê. Niha ez difikirim, ev ne gilî ye, ev wekî daxwazekê ye, niha wextê wê ye ku, divê em civîneke ciddî bêyî ti micamele lidar bixin û pênaseyeke rast a federalîzmê û çawaniya birêvebirina Iraqê bibînim."

Derbarê pêdagir nebûna aliyan bi rêkeftina siyasî ya Iraqê û pêngava piştî pênaseya siyasî li Iraqê jî got:

“Ew aliyên ku min behs kir, yên ku hikûmet ava kirin û yên ku piştî sala 2003’an bi hev re Iraq ava kirin, divê bicivin, eger li cîhekê pêwîst be maddeyekî destûrî bigûherin em dikarin rêkbikevin û biguherînin û bizanin ka kêmasî li kû ne û di wê çarçoveyê da em dikarin wan destnîşan bikin û bi hev ra ya pêwîst be bikin. Ev karekê zehmete lê karek jî nîne ku nemumkin be. Pirsa herî mezin ew e ku, gelo Herêma Kurdistanê beşek ji Iraqê ye yan na? Gelo em welatiyên Iraqî ne yan na? ev her du pirs gelek girîng in. Em xwe bi welatiyên Iraqê dizanin û her pêşketinek li her devereke Iraqê be wek pêşveçûna xwe dihesibînin, em kêfxweş dibin dema em pêşketinê li Basrayê bibînin, em kêfxweş bibin li Enbarê pêşkeftinê bibînin. Divê li Iraqê jî wisa be. Pêşkeftina Herêma Kurdistanê ji bo hemû Iraqê pêşkeftine. Tişta ku niha li Iraqê diqewime pir nazik e, ne diyar e ka çi sîstema desthilatdariyê li Iraqê heye, eger em bikarin vê yekê çareser bikin, dê pirsgirêka bûdceyê çareser bibe û pirsgirêka mûçe jî dê were çareser kirin, ji ber ku em ê bi hev re bigihin hevtêgihiştinê ji bo rêvebirina welat. Ev mezintirîn karê li pêşiya me ye. Dema em çûn Almanyayê, Serokwezîra Almanyayê pirsî: “Em çawa dikarin alîkariya we bikin? Bersiva min bi tenê ew bû min got: Sîstemeke we ya federalî gelek rêkûpêk heye, Balyozê Iraqê li vir rûniştiye, ji bo pêkanîna sîstema federalî li Iraqê alîkariya me bikin."

Piştre jî hejmarek ji amadebûyan pirs ji Serok Nêçîrvan Barzanî kirin. Di bersiva pirsekê da derbarê hebûna nexşerêyek ji bo danûstandinên digel Bexdayê jî got:

“Bêguman ez bawer nakim ku li ser mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê pirsgirêkek yan nerînek cuda di nav aliyên siyasî Kurdistanê da bi hemû pêkhateyan ve hebe. Ji ber wê jî, eger em bi Bexdayê ra bigihin hevtêgihiştinê yan jî dest bi proseyekê bikin, helbet nexşerêyeke me di nav xwe da dê hebe ji bo çareserkirina pirsgirêkan û divê em kar bikin û bi hev re van pirsgirêkan çareser bikin.

Di bersiva pirseke din da li ser lawazbûna piştevaniya Amerîka li Herêma Kurdistanê jî got:

“Amerîka Iraqê çawa dibîne? Amerîka cudahiyê di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê da nabîne. Amerîka hertim tekez li wê yekê kiriye ku yek parçeyiya Iraqê û di nav da Herêma Kurdistanê ya bihêz ku bikaribe alîkariya xwe bike û alîkariya Iraqê jî bike, girînge. Ez bi xwe nabînim di siyaseta Amerîkayê da li ser wê pirsê tiştek hatibe guhertin, lê ji bo çareserkirina pirsgirêkan pêwîstiya me bi derve nîne. Dibe ku pêwîstiya me bi wan hebe ku di warê teknîkî da alîkariya ma bikin. Lê belê ya girîng ew e ku em bi xwe pirsgirêkên xwe çareser bikin. Em bi xwe, weke yek mal, li Bexdayê bicivin û bi diyalogê pirsgirêkên xwe çareser bikin. Ji ber ku me paşerojeke hevbeş bi hev ra heye. Madem wisaye beriya ku em daxwazê ji Amerîka yan her aliyek din bikin, divê em bicivin û eger pêwîst bû hîngê daxwaz ji Amerîka bikin yan aliyek ku piştevaniya me bike.

Li ser pirsa rewşa di navbera Îsraîl û Filistîniyan da jî wiha got:

“Bê guman wek miletek û wek Iraqî jî, tu kes bi qasî gelê me nizane azar û bêbextiya şer tê çi wateyê? Em hemû dizanin, wek prensîbek bingehîn ê mafê çarenivîsê, ez difikirim ku me her dem gotiye û bibêjin, vê carê jî derket holê û heta ev şerê ku hê jî didome, îspata wê yekê ye ku ev pirsgirêk bi şer nayê çareserkirin, divê ev pirsgirêk bi rêyên aştiyane bê çareserkirin, divê bi diyalogê bê çareserkirin û mafê gelê Filistînê ye dewleta xwe hebe. Ev mafeke û mafek temam e. Eger em li herêmê dinêrin, em dibînin ku mafekî normal yê Filistîniyan heye ku divê dewleta xwe hebe û li herêmê bi aramî bijîn. Tiştê ku niha hatiye kirin, wek ku birêz Seîd anî ziman, mijara dorpêçkirina Gazeyê ye ku, ji bo me hemûyan nexweşe, ji ber ku em dizanin ev tê çi wateyê? Birîna avê, qutkirina elektrîkê, qutkirina xwarinê, ev li cihekî ye ku 40 kîlometre dirêj e û 10 kîlometre fireh e û du milyon û sêsed hezar kes lê hene. Ev yek dibe sedema karesateke mezin a mirovî. Hêviya me ew e ku ev şer di zûtirîn dem da bi dawî bibe. Em hêvîdar in ku neçe ti cihan, ne Iraqê bigre û ne jî welatekî din.

Li ser pirsa Dadgeha Federal a Iraqê jî wiha got:

“Derbarê pirsa Dadgeha Federalî da, belê em wek Herêma Kurdistanê ji gelek biryarên Dadgeha Federalî nerazî ne, Dadgeha Federalî jî yek ji wan dosyayan e ku divê bi rêya diyalogê digel Bexdayê were çareserkirin, Herêma Kurdistanê nikare çareser bike. Yek alî li Herêma Kurdistanê em nikarin wî karî bikin û her çi têbînî li ser pirsa Federaliya dadgehê me heye, divê em bi diyalogê digel birayên xwe çareser bikin.

Di bersiva pirseke derbarê Tirkiyê da jî got:

"Derbarê Tirkiye jî, heman prensîpê ji bo Îranê derbas dibe, ji bo Tirkiyeyê jî derbas dibe, lê cuda ye, pir cuda ye, cudahiya wê ew e ku opozisyona Îranê ji PKKê pitir rêzê li saziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê digre û ew pir ji dil dixwazin ku pirsgirêkên mezin ji bo hikûmeta Herêma Kurdistanê çênebin. Mixabin PKK ne xwediyê wê nêrînê ye. Gelek mixabin PKK ew nêrîn nîne, PKK beşeke ji pirsgirêkek gelekî mezin û ser êşiyeke mezin ji bo Herêma Kurdistanê û Iraqê li her derê ye.

Li ser pirsa hewlên Iraqê ji bo parastina ewlehiya Îranê got:

"Ez difikirim ku weke prensîbê Iraq ciddî ye ku Iraq nebe qada têkdana ewlehiya tu welatekî. Iraq di vê mijarê de ciddî ye. Iraq dixwaze digel cîranên xwe di nava aştiyê da û bê pirsgirêk bijîn û di vî warî da siyaseta vekirî ya Iraqê jî ev e. Ev nêrîna min hem ji bo Tirkiyê hem jî ji bo Îranê wek prensîb e. Me ev rastî dît û divê ez li vir vê yekê bibêjim. Divê ez bi taybetî spasiya rola birêz Qasim el-Eracî wek Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê bikim, wî û tîma wî û wan kesên ku digel Hikûmeta Herêma Kurdistanê û digel Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê ku berpirsê vê dosyeyê ye kar dikin. Helbet divê em spasiya Wezîrê Navxwe yê hikmeta xwe jî bikin ku di vê mijarê da pir bi ciddî kar kiriye û ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê hewlên ciddî dide.”

Di bersiva pirseke din da derbarê bi parêzgarbûna Helebce û hewlên berê yên di vê derbarê da jî got:

“Di derbarê bi parêzgarbûna Helebceyê da, pêşiyê ez destxweşiyê li xatûn Qaymeqama Helebceyê dikim ji bo hemû karên ku hûn li Helebceyê dikin, destxweşiyê li we dikim û ez we nas dikim û ew karên li Helebce dikin cihê şanaziyê ne. Bêguman ji bo min şanaziyek mezin bû bo wê bi bîranînê, di kabîneya berê da digel birayê xwe yê hêja birêz Qubad me ev yek bi hev re kir. Erê, ez we dilniya dikim ku em dê bi ciddî li ser vê pirsê bisekinin, dê yek ji karên me yên pêşîne be û bi diyalogê digel Bexdayê vê pirsgirêkekê çareser bikin.