2022-10-18T06:44:25.000000Z
Êvariya îro dûşemê 17.10.2022ê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, li rêwresma derçûna xula bîst û hefta ya Zanîngeha Dihokê da beşdar bû û gotarek di derbarê xwendin û perwerdeyê de pêşkêşî derçuyan û amadebuyan kir.
Serok Nêçîrvan Barzanî ji bilî pîrozbahî û hêviya serkeftinê ji bo derçuyan xwest, pêzanînên xwe ji bo keda dayik û bav û xêzanên derçuyan û mamostayên zanîngehê derbirî ku ji bo serkeftinê hevkar û piştevanê derçuyan bûn. Her wiha daxwaz ji derçuyan kir bi dilekê gerim û pir bi hêvî û bi geşbîniyê ve pêngavan ji bo qonaxa nû ya jiyan û berpirsiyariyetiyê bavêjin û ew şarezayî û pisporiya bi destên xwe xistine, bixin di xizmeta welat da.
Serok Nêçîrvan Barzanî dûpat kir ku her çende hejmara derçuyan û pêwîstî bazara kar hevseng nîne û renge hemû nekaribin zû kar peyda bikin, lê belê nabe derçuyan bêhêvî bibin, belku divê berdewam şiyanên xwe pêşbixin, ji bo vê jî dibe ku hinek ji wan bikarin xwebexşane li rêxistinên civaka medenî kar bikin heta baştir xwe pêbigihînin û şansa wan ya peydakirina kar zêdetir be.
Rêzdar her wiha daxwaz kir ku derçuyan ezmûna pêkvebûn û pêkvekarkirin û hevbeşî û beşdariya pêkvejiyanê li salên xwendina zanîngehê, veguhezin bo nav civakê û cihên kar û ew ezmûn li jiyana wan ya rojane da reng bide heta bikarin kultûra lêborînî û pêkvejiyan û hevdû qebûlkirinê kûrtir û berfirehtir bikin.
Her wiha bi bîra derçuyan anî tu demekê wiha bîr nekin ku bi temamkirina zanîngehê êdî pêwîstî û hewldana wan ya fêrbûnê bi dawî tê, ji ber ku fêrbûn û berfirehkirina asta zanîn û têgihiştinê dinyanbînîna mirov, tu demekê bi dawî nayê û heta ku mirov zêdetir bizane, baştir li wê yekê têdigihe ku hê jî gelek maye bizane. Ji bo wê yekê pêwîste derçûyan berdewam asta fêrbûn û zanîn û şarezayiya xwe bilindtir bikin û bibin çirayek ji bo ronakkirina dewruberên xwe.
Serok Nêçîrvan Barzanî balkişand li ser wê yekê ku pêşketina bi lez ya zanist û teknelojiyayê wiha kiriye jiyan jî gelek bi lez pêş bikevê, ewe jî pêwîst dike mirov digel wan pêşketinên serdem pêşbikevê û xwe nû bike. Her wiha got: Ewe wekî takekes erkê we ye û wekî sîstema perwerde û xwendin û fêrkirinê jî erkê aliyên peywendîdarane.
Her di vî warî de tekez li wê yekê kir ku: Eve ji bo me pêwîstiyeke jiyaniye û wekî berê jî me gotiye kilîla serkeftinê, sîstemeke baş ya perwerdeye. Ji ber ku bi tenê sîstemeke baş ya perwerde dikare niha û paşeroja me mîsoger û geştir û baştir bike û civakeke pêşketî ava bike û got: Zanîn û zanist û fêrbûn, hêzeke ji xwe ve nehatiye, ew hêza ku niha û paşeroja me diparêze.
Serok Nêçîrvan Barzanî her wiha dûpat kir ku ji bilî hemû pêşketinan hê jî gelek kar maye li Kurdistanê bê kirin û divê li gelek warên cûda de ava bikin, her li avakirina mirov û mirovsaziyê heta digihe sûdwergirtina li hemû dewlemendiyên welat. Girîngîdaneke zêdetir jî bi xwendina pîşeyî û vekirina amadeyî û peymangeh û kolêjên pîşeyî bi pêwîst zanî.
Ji bo dirustkirina hevsengiya di navbera bazara kar û warên xwendinê jî, dûpat kir ku divê sêgoşeya (Hikûmet - Bazar - Zanîngeh) pêkve alîkar û hemaheng bin. Her wiha tekez li ser pêwîstiya sûdwergirtina li dewlemendiya xweza û mirov û bi hêzkirina bingehên çandiniyê, geştiyarî û pîşesazî û girîngîdana bi kar û bazirganiya online kir.
Rêzdar ji bo her pêşketinek berî hemû tiştekê bihêzkirina jêrxana perwerdeyê bi pêwîst zanî ku eve jî li rêya lêkolîn û helsengandina zanistî û guhertin û çaksaziya li sîstema perwerdeyê da tê kirin, sîstemek ku mirovê bîrker, avaker û dahêner berhem bîne û derçûn li zanîngehê tenê bawernameyek nebe.
Li dawiyê de Serok Nêçîrvan Barzanî ji bilî tîşk xistina li ser dîroka damezrandina zanîngehê û destxweşî û pêzanînên ji bo wê xizmeta Zanîngeha Dihokê di dema sîh salên damezrandinê da kiriye, di derbarê rewşa siyasiya welat jî, ji bilî dûbare pîrozbahiya li Serokkomar û Serokwezîrê raspardî, hêvî xwest ku bi zûtirîn dem hikûmeteke bersîvderê daxwaza rewaya welatiyan pêkbê û hemû alî û pêkhateyên Iraqê pêkve ji bo aramiya welat kar bikin.
Rêzdar tekez li wê yekê kir ku hêz û aliyên Iraqî divê wane û pend ji şaşiyên berê werbigrin, Hikûmeta nû ya Iraqê jî divê rewşa welat rastbîniniyane û wekî xwe bibînê û kêşeyan çareser bike, bi taybetî kêşeyên digel Herêma Kurdistanê ku eve bi kilîla aramiya Iraqê da zanîn.
Eve jî naveroka gotara Serok Nêçîrvan Barzanî ye:
Amadebûyên xweşdivî
Derçûyên hêja
Êvar baş!
Hûn hemî gelek bi xêrhatin bo vê rêwresmê..
Gelek xweşhalim ku vê êvariyê, em pêkve digel derçûyên hêja yên xula Bîst û Heftê ya Zanîngeha Dihokê û malbat û kesukarên wan, beşdariya xweşî û şadiya we dikin. Ji dil û bi germî pîrozbahiyê li yek bi yek ji derçûyan û dayik û bav û kesukarên wan dikim. Hêviya serkeftina berdewam ji bo derçûyan di hemî warên jiyanê da dixwazim.
Destxweşî û pêzanîn bo serok, mamosta û fermanberên Zanîngeha Dihokê ku digel xwendekaran mandî bûne. Spas û destxweşî ji bo dayik û bav yên derçûyan. Ew alîkar bûn û zehmet kêşan, da evro bibînin ku keç û kurên wan, bi serkeftî zanîngehê xelas kir û qonaxeka dî ya jiyanê û berpirsiyariyê destpêdikin.
Derçûyên hêja..
Hûn evro derbasî qonaxeka dî ya jiyanê dibin. Ji evro pêve dê berpirsiyariya kar û xizmeta welatî hildin ser milên xwe. Çi yên ku dê li kertê giştî, yan taybet, yan digel rêkxirawên civaka medenî kar bikin. Ji ber hindê êdî berpirsiyariya we, ji evro wê ve dê mezintir be.
Piştî çendîn salên xwendinê û xwe mandî kirinê, hûn divê evro bi dilekê germ û tije umêd û bi geşbînî gava ber bi paşeroja jiyan û karê xwe biavêjin. Divê ew zanist, şehrezayî û pisporîya ku we di salên xwendinê da li zanîngehê bi destve aniye, bi awayekê aktîv û bi rêkupêkî di xizmeta millet, avakirin û berbipêşbirina welatê xwe bikar bînin.
Eve rastiyeke ku hejmara derçûyan û pêwîstiya bazarê karî ya hevseng nîne û bo hemî derçûyan ya bi sanahî nabe ji xwe ra karekî bibînin. Lê belê ya ji her tşitekî girîngtir ewe ku hûn bê hîvî nebin. Divê her hewl bidin ji bo xwe pêş xistinê. Belkî hindek bikaribin heyamekî bi bawayekî xwebexşane kar digel rêkxiraw û dezgehên civaka medenî û karê mirovayetî bikin, eve dê xwe pêgihandin û ezmûna we dewlementir û dê şansê we jî zêdetir bike ji bo peydakirina karî.
Hûn ku ji cih û deverên cuda yên Kurdistanê evro hatin û li zanîngehê pêkve bûn, divê giyanê hevalînî û ezmûna xwe ya pêkve karkirinê û pêkvebûnê, ya hevbeşiyê û beşdariya xwe ya salên zankoyê, digel xwe bibin nav civakê. Digel xwe bibin ciyê karî û di jiyana we ya rojane da pêwîste reng vede. Divê ev ezmûna we, kultûrê lêborînê, pêkvejiyan û hevqebûlkirinê li Kurdistanê kûrtir û firehtir bikin, bi taybetî li parêzgeha xweşdivî ya Dihokê.
Derçûyên hêja..
Çu caran nebêjin û wesa hizir nekin ku we qonaxa zanîngehê bi dawî anî û êdî pêwîstî û hewldana we ya ji bo fêrbûnê bi dawî tê! Nexêr, çu caran fêrbûn û berfirehkirina astê zanîn, têgihiştin û dinyabîniya mirovî bi dawî nabe! Mirov hindî gelektir bizane, dê başitir têbigihe ku hêşta gelek maye bizanin. Çu caran dawiya fêrbûn û zanînê nîne! Divê her roj astê fêrbûn, zanîn û şahrezayiya xwe bilindtir bikin, divê hûn bibin ronahiyek ji bo derdora xwe, da ronahîtir bikin.
Pêşkeftina bilez ya zanistê û teknolojiyayê, wesa kiriye ku jiyan jî gelek bilez pêşbikeve. Pêwîste rojane digel pêşkeftinên nû yên serdemî, mirov jî digel pêşkeftina, xwe nû bike, eger ne, dê li paş mînîn û em nagehîne karwanê milletên pêşkeftî yên cîhanê! Gorankarî, xwe nûkirin û vêragehişitin bi karwanê pêşkeftinê, hem wekî take kes erkê weye, hem jî wek sîstemê perwerde û xwendin û fêrkirinê, erkê aliyên peywendîdare. Ji bo gel û welatê me hîç tiştekê dî, hindî zanîn, fêrbûn û sîstemekê baş û pêşkeftî yê perwerdeyê pêwîst nîne! Eve ji bo me hewcedarîyeka jiyaniye. Ji bo miletê me pêdiviyeka geleka girînge ji bo evro û paşeroja me. Wek me berê jî gotiye: Kilîla serkeftinê, sîstemekê baş yê perwerdêye. Li ser vî bingehî jî, berî niho li Herêma Kurdistanê çendîn hewl hatîne dan ku, cihê destxweşiyêne, ew hewlên hatîne dan li Wezareta Perwerdeya Hikûmeta Herêmê, Wezareta Xwendina Bilind û cenabê Serokwezîr û hemî Hiûmeta Herêmê, lê bêguman eve proseyeke divê her ya berdewam be û digel nûtirîn pêşkeftinên cîhanê biçe.
Bi tenê sîstemekê perwerdeyê yê baş û pêşkeftî, dê bikaribe harîkariya me bike bo hebûna niha û paşerojeka mîsoger û geştir ji bo milletê me. Bi tenê sîstemekê perwerdeyê yê baş û pêşkeftî, dê bikaribe civakeka pêşkeftî ya vekirî ava bike. Zanîn û zanist û fêrbûn, hêzeka mezin a ji bine hatiye. Ew hêza ku dê niha û paşeroja me biparêze.
Amadebûyên rêzdar..
Digel hemî pêşkeftina, li Herêma Kurdistanê hêşta gelek kar maye divê bê kirin. Divê em di gelek warên cuda de, berdewam bîn li ser karê xwe. Her ji avakirina mirovan û mirovsaziyê, heta digehe mifa dîtina ji hemî derfet û dewlemendiyên welatê me.
Gelek pêwîste amadeyî û peymangeh û kolêjên zêdetir û baştir yên pîşeyî, karsazî, karê destî û hostakariyê di welatê me da bêne vekirin. Ji ber hindê divê em di sîstemê perwerdeyê da, biha û girîngiyeka taybet bidin bazarê karî û balans û hevsengiyekê di navbera warên xwendinê û bazarê karî û pêwîstî û hewcedariyên wî da çêkin. Ji bona vê çendê divê berdewam sêkuçka (hikûmet-bazar-zanîngeh) bi hev ra harîkar, hemaheng û temamkarên hev du bin.
Welatê me xwedanê gelek dewlemendiyên siruştî û mirovî ye, divê em nivşê niho û yê dahatî li gor pêwîstî û derfetên heyî amade bikin. Derfet û şiyan hene ku jêrxaneya kiştukalî, geştiyarî û pîşesazî li Herêma Kurdistanê bê mikumkirin. Divê hûn girîngiyê bidin kar û bazirganiya online. Ji bo vê çendê û ji bo hemî pêşkeftineka dî jî, divê em berî her tiştî û destpêkê, jêrxaneya perwerdeyê mikum bikin.
Derçûna zanîngehê, çênabe bi tenê wergirtina bawernamekê be! Divê zanîngehên me û sîstemê me yê perwerdeyê, mirovê hizirker, avakar û dahêner berhem bînin. Derçûyên zanîngehê, divê bi zanîn, bi fêrbûn û pîsporiya xwe, derfeta karî ji bo xwe û ji bo derdûra xwe jî peyda bikin.
Xwendekarên xweşdivî û amadebûyên rêzdar..
Cihê dilxweşiyeka mezine ku em evro li zanîngeha Dihokê encamê biryareka dirust ya berî sîh salan dibînîn. Sala 1992ê, rêzdar Dr. Îsmet Mihemed Xalid û hejmareka mamostayên hêja yên Dihokê, seredana cenabê Serok Barzanî kirin û daxwaza vekirina zanîngehekê li Dihokê jê kirin. Cenabê wan jî hemî piştevanî kir û zanîngeh hate avakirin.
Serokê Zanîngehê û ew mamostayên ku berê bingehîn yê vê zanîngehê danîne, evro û di vê rojê da careka dî destxweşiyê û spasiya wan dikîm, di wan rojên zehmet da bi baweriyeka mikum berê binyatê vê zanîngehê danan ku evro em hemî li vêre berhemê vê zanîngehê dibînîn ku berî sîh salan hatiye avakirin li Dihokê. Destên we hemiyan xweş bin û serkeftî bin.
Em gelek dilxweşin ku evro piştî sîh salan, zanîngeha Dihokê di xula xwe ya Bîst û Heftê da (4,468) derçûya li (19) kolêj û (66) beşên cuda, dertêxe. Destxweşiyê li hemî wan dilsoza dikim yên ku her ji roja yekê û heta evro, bi hewl û mandîbûn û zehmeta xwe, ev zanîngeh gihandiye vê qonaxê. Pîrozbahiyê li we û li hemî xelkê Behdînan bi giştî dikim.
Sîh sale ku zanîngeha Dihokê xizmeta vê deverê bi taybetî û Herêma Kurdistanê bi giştî dike. Ji deverên dî yên Iraqê û ji welatên cîran jî, gelek kesa derfeta hey û hebûye ku li vêre xwendina xwe bi dawî bînin. Zanîngeha Dihokê bi hezaran kadir û şareza, di gelek waran da, yên pêşkêşî civakê kirîn ku evro yê xizmetê dikin. Li vê rê jî rolê bilind yê mamostayên zanîngehê cihê rêz û pêzanînê ye û erk û berpirsiyariya wan gelek mezine, careka dî destê wan digvêşim û pîrozbahiyeka germ li wan hemiyan dikim û spasiya wan hemiyan dikim yên ku evro li virin.
Amadebûyên rêzdar..
Berî çend rojeka bi hilbijartina Serokê nû yê Komara Iraqa Federal rêzdar Dr Abduletîf Reşîd û bi raspartina rêzdar Mihemed Şiya Sûdanî bo pêkanîna hikûmeta nû ya fedaralî, prosa siyasî li Iraqê kete di qonaxeka nû da. Em careka dî pîrozbahiyê li Serokkomar û li Serokwezîrê raspartî dikin, hêviya serkeftinê bo wan dixwazin.
Divê delîvê da, min divê careka dî tekîdê bikim ku hêz û aliyên siyasî yên Iraqê, divê ders û îbretê ji xeletiyên berî niha werbigirin! Ji bo aramî û seqamgîrîya siyasî û emnî û aboriya Iraqê, divê hemî hêz û pêkhateyên Iraqê harîkar û hemahengiyê pêkve bikin û pêkve kar bikin. Hêvîdarîn bi zûtirîn dem hikûmeta nû ya Federal ya Iraqê ava bibe û bersiva daxwazên rewayên xelkê Iraqê bide.
Pêdiviye hikûmeta nû ya Iraqê, waqi'ê/realîteya Iraqê wekî heye bibîne û kêşe û arîşên welatî çareser bike, bi taybetî jî divê kêşe û arîşa digel Hikûmeta Herêma Kurdistanê bêne çareserkirin, çunkî bi baweriya me, kilîla aramî û seqamgîriya Iraqê, çareserkirina kêşe û arîşa ye digel Herêma Kurdistanê li ser bingehê destûrê federal yê Iraqê.
Em hêvîdarin qonaxa bê, qonaxa çareserkirina kêşeyên Iraqê be û aramî û seqamgîrîya siyasî ji bo welatî vegere. Ji bo vê çendê jî Herêma Kurdistanê wekî her careka dî, dê harîkar û piştevan be û ji bo hemî çareserekê li ser bingehê destûrê Iraqê.
Li dawiyê, em umêdewar û piştrastin ku bi hebûna van gêncên dilsoz û wefadar ji bo welatê xwe, bi wê zanist û zanîna bi dest ve aniye, bi wê xizmeta ku dê ji evro pêve destpêkin, Kurdistaneka pêşkeftîtir, aram û tenatir û paşerojeka geştir ya li hêviya Kurdistanîyan. Ew Kurdistana ku paşerojê ev gence dê birêve bibin, dê baştir û avedantir û bihêztir kin bi anehiya xwedê û temendirêj û serkeftî bin di vê rê da.
Eve jî padaşt û xelata bav û bapîrên we ye, bav û bapîrên we yên têkoşer ku duhî hemî jiyana xwe di xebat û Pêşmergatiyê da derbas kir, bi mandîbûn û berxwedana xwe ev roje bo me çêkir da hûn azad bin û evro bikarin bixwînin û xwe pêbigehînin. Ji welatê xwe hez bikin, ava bikin û wlatê xwe biparêzin.
Derçûna we û hatina qutabî yên nû ku dê li vê zanîngehê dest bi xwendinê bikin, pîroz dikim.
Her hebin, her şad bin û her serkeftî bin.
Demekê xweş bo we hemiyan dixwazim û careka dî ev serkeftine li we hemiyan pîroz be û Kurdistan jî avedan be.
Bixêr bên ser çavan.