Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî: Civaka navdewletî dixwaze ji bo çareserkirina pirsgirêkên wan alîkariya Hewlêr û Bexdayê bike

2023-02-19T21:29:19.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ Nûçe
Piştî bi dawî hatina karname û beşdariya birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê di Konferansa Asayîşa Munich da, piştî nîvro roja yekşemê 19.02.2023ê, di civîneke rojnamevaniyê da behsa beşdarî, hevdîtin û civînên xwe kir.

Di destpêka civîna rojnamevaniyê da, Serok Nêçîrvan Barzanî got: “Bi awayekî giştî, ev cure konferans, çi li Munich, çi li Davos û çi li cîyên din, derfeteke ji bo Herêma Kurdistanê ku bikaribe bi awayekî asayî û bê protokol nêrînên xwe bigihîne hevkarên xwe yên di nav civaka navdewletî da. Ev hevdîtin girîngin ji bo hindê ku civaka navdewletî haydarî helwest û dîtinên Herêma Kurdistanê bibe û Herêma Kurdistanê jî haydarî helwest û dîtinên civaka navdewletî bibe. Di vê konferensê da me çendîn hevdîtin û civîn pêk anîn. Civîn zêdetir girêdayî rewşa me bûn û zêdetir ji bo ronîkirina peywendiyên me digel Bexdayê bû ku, mijara sereke ya hemû civînan bû. Civaka navdewletî, bi awayekî giştî, dixwaze ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê alîkariya me bike, ji ber ku ew di wê baweriyê dane, bi rastî jî her wisa ye, di warê siyasî da gelek girînge seqamgîrî di welat da hebe û bi çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê da, ew aramiya siyasî li Iraqê bi awayekî baştir cîbicî dibe ku, ev yek jî rast e. Me ji bo hemû hevkarên xwe dupat kir ku, Herêma Kurdistanê piştevaniya birêz Serokwezîr û Hikûmeta nû ya Iraqê dike û Herêma Kurdistanê dixwaze pirsgirêkên xwe yên digel Bexdayê li gorî destûra Iraqê çareser bike. Em hêvîdar in ku Bexdayê jî heman nêrîn hebe û ji bo çareserkirina pirsgirêkan hewleke cidî bide.”

"Mijara din a hevdîtinan dakokî li ser pirsa şerê Ukrayna û Rûsyayê ye. Di vê çarçoveyê da mijara enerjiyê mijareke girînge ji bo van welatan û helbet Iraq bi awayekî giştî û Herêma Kurdistanê jî di çarçoveyê Iraqê da eger dîtinek rêkûpêk û dîtineke rast li Iraqê hebe, Iraq dikare di vî warî da alîkariyek mezin bike. Ev jî mijareke din bû ku, me di hevdîtinên xwe de behs kir. Herwesa, min behis kir ku ev civîn derfeteke ku ji nêz ve û di demeke kurt da bi wan şandeyan re bicivin û bi wan re biaxivin. Helbet ya ku ez hest pê dikim Herêma Kurdistanê bi awayekî giştî cîhekî taybet di civaka navdewletî da heye û hîn jî mijara terorê û metirsiya DAIŞ’ê weke metirsiyeke cidî dizanin, ev jî bi heman awayî nerîna meye jî ku em jî di wê baweriyê dane ku DAIŞ bi dawî nebûye, lê niha jî dikare bibe metirsiyek cidî ji bo têkbirina aramiya Iraqê, ev jî yek ji wan mijaran bû ku me di civînan da behs kir. Helbet pirsa wan a din jî û handana hemû ew şandeyên me dîtîn ew e ku divê Kurd yekrêz be û divê pirsgirêkên xwe di nava xwe da çareser bikin da ku bikaribin kutleyek bihêz bin ji bo çareserkirina wan hemû pirsgirêkên digel Bexdayê hene. Me jî tekez kir ku raste pirsgirêk hene û nayên înkarkirin, lê tevî vê jî ew pirsgirên ne ewqas mezin in ku em nikaribin çareser bikin. Ev kurtiya hevdîtinên me bû.”

Di bersiva pirsekê da li dor pêgeh û rola Herêma Kurdistanê di warên asayîş û enerjîyê û çareserkirina pirsgirêkan da, Serok Nêçîrvan Barzanî got: “Meseleya ewlehî û terorê mijareke hevpar ya me hemûyan e. Li Iraqê, li Herêma Kurdistanê û li welatên Rojava jî metirsiya terorê heye. Helbet me ezmûnek mezin digel welatên Rojava û Amerîkayê heye, û di van hevdîtinan da, çi digel Amerîkiyan û çi digel Ewrupiyan, me spasiya wan kir û spasiya piştevaniya berdewam ya wan welatan kir ku, alîkariya me kirine di vê pirsê da û metirsiya terorê hem li ser Iraq û hem jî li ser welatên Rojava. Ya ku me hest pêkirî ew jî dizanin û têgihiştine ku ev pirs bi dawî nehatiye û me amadehiya xwe ji bo berdewamiya hevkariya bi hev re nîşan da û me ji wan ra diyar kir ku ji sala 2014ê were ka Pêşmerge çi rol lîstiye, hêzên me yên ewlehiyê çi rol lîstine, gelê me di têkşikandina terorê de çi rol lîstiye, dê Herêma Kurdistanê li ser wê siyasetê berdewam be.

Derbarê diyarkirina roja encamdana hilbijartinan li Herêma Kurdistanê û civîna digel aliyên siyasî û çareserkirina pirsgirêkan birêz Nêçîrvan Barzanî got: “Mixabin diviyabû sala borî hilbijartin bihatana kirin, lê ji ber çend sedeman heta niha nehatine kirin. Em hêvîdar in ku îsal hilbijartin bêne kirin. Siyaseta Serokatiya Herêma Kurdistanê ew e ku, piştî vegerê ji Munich, em dê dest bi hindek civînan digel hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê bikin û pirsa hilbijartinan mijara sereke dibe hem digel aliyên siyasî û hem jî digel pêkhateyên din. Piştî vê pabendîn bi hindek deman ku ez wek Serokê Herêma Kurdistanê divê rojekê ji bo encamdana hilbijartinan destnîşan bikim, divê hilbijartin werin kirin, gelek mixabin ku nehatine kirin, encamnedana hilbijartinan hemû prosesa siyasî û şeriî ya Herêma Kurdistanê dixe di bin pirsiyarê da. Ji ber wê jî ez hêvîdar im ku, hemû aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bi cidî li ser vê pirsê bisekinin. Ez wek Serokê Herêma Kurdistanê ku ev berpirsiyariya yasayî li ser milê min e, li gor yasaya serokatiyê çi pêwîst be ezê bikim.”

Derbarê hevdîtina digel Serokwezîrê Iraqê li Munich û çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de Serok Nêçîrvan Barzanî got: “Me li vir bi Serokwezîrê Iraqê re hevdîtin kir û li ser wê yekê hevfikir bûn ku di zûtirîn dem da ev pirsgirêk bêne çareserkirin. Heftiya borî şandeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê bû û ev mijar digel berpirsên Bexdayê behis kiriye. Weke min behs kir ji bo çareserkirina van pirsgirêkan bi Bexdayê ra em cidî ne, çareserî di çarçoveya destûra Iraqê da. Hêvîdarim çareser bibin û ti rêyek din ji me ra nemaye. Dema Ev hikûmeta Iraqê hatî pêkanîn ji encamê li hevkirina navbera Kurd, Sune û Şîiyan da hatiye pêkanîn û li ser bernamyekî nivîskî li hev kiriye û hemûyan îmza kiriye. Eger aliyên din pabendî rêkeftinê nebin, wê demê ti wateya wê namîne ku, em wek Kurd di hikûmetê da bimînin û ez wisa difikirim ku ew vê yekê fêm dikin. Ew rêkeftina me bi nivîskî heye destnîşana nexşerêya çareserkirina van hemû pirsgirêkan bi nivîskî tê da destnîşan kiriye û em hêvîdarin ku ev nexşerê were cîbicîkirin. Ferqa di navbera hikûmeta niha hatiye pêkanîn û hikûmetên din da ew e ku ji bo cara yekem tiştekî me bi nivîskî heye û di vê rêkeftina nivîskî da nexşerêya çawaniya çareserkirina pirsgirêkan destnîşan kiriye. Ji ber hindê hem Serokwezîr û hem aliyê Sune û Şîe û hem jî aliyê Kurd divê bi cîbicîkirina vê rêkeftinê pabend bin. Helbet hêj gelek zû ye, ev 4 meh in Serokwezîr li ofîsa xwe ye û dest bi kar kiriye. Em geşbîn in û em dixwazin ev pirsgirêk bi diyalogê û di çarçoveya destûra Iraqê de bêne çareserkirin. Me ti rêyên din nînin û divê bêne çareserkirin.

Derbarê civîna bê ya PDK û YNKê, Serok Nêçîrvan Barzanî got: “Weke min behs kir, di navbera YNK û PDKê de pirsgirêk hene, lê hemû ew pirsgirêk jî newisane ku bibin sedema nîgeraniyeke mezin, ez naxwazim vê rastiyê biçûk bibînim ku ti pirsgirêk nînin, naxwazim bibînim ku hert tişt rêkûpêk e, rast nîne, ji ber ku pirsgirêk hene, lê pirs ew e ku gelo gihîştine wê astê ku metirsiyek pir mezin li ser Herêma Kurdistanê be? Bi baweriya min nexêr. Ya girîng eve ku divê Herêma Kurdistanê bi hemû pêkhate û hêzên siyasiyên xwe ve bizanin ku, bi hev ra dikarin kar bikin û eger em bi hev ra kar nekin em nikarin tiştekî ji bo Herêma Kurdistanê bikin. Divê hemû hêzên siyasî vê yekê bizanibin û divê hevdû qebûl bikin, raste cudahiyên me hene û me partiyên cuda hene, lê di dawiyê da welatek me heye, ev welat û ev milet dê bimîne. Pêdiviye hêzên siyasî di çarçoveya berjewendiyên hevwelatiyên Herêma Kurdistanê da biryar bidin û divê berjewendiyên hevwelatiyan û Herêma Kurdistanê di ser hemû tiştekî ra be. Pêdivî bû civîn pêştir bihataya encam dan û ez di wê baweriyê da me ku dê di demek nêzîk da civîn bê encam dan.”

Derbarê peywendiyên Herêma Kurdistanê û Qeterê û projeyên hevbeş ên paşerojê yên di navbera her du aliyan da Serok Nêçîrvan Barzanî got: “Pêwendiyên me digel welatên Erebî dostane û biratî ne, digel welatê Qeterê jî wiha ye. Li vir digel Wezîrê Derve yê Qeterê em civiyan, berî nuha jî me serdana Qeterê kiriye û cenabê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê jî serdana Qeterê kiriye. Ji bo me, weke Herêma Kurdistanê, berfirehkirina peywendiyên xwe digel welatên Erebî girîngiya xwe heye, niha em digel Qeterê digerin ku bizanîn ka ew dikarin li kîjan warên aborî li Iraq û Herêma Kurdistanê hevkariyê bikin, ev ew mijarin yên ku min digel Wezîrê derve yê Qeterê û di hevdîtina niha jî da min behs kir. Pêwendiyên me yên du alî pir baş in û, helbet bi alîkariya Bexdayê, dê di demek nêzîk da konsulxaneya xwe li Hewlêrê vekin. Ev jî nîşana pêşketina peywendiyên du alî di navbera Herêma Kurdistanê û Qeterê da ye.”