Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî daxwaza parastina mafên Kurdan û pêkhateyên din yên li Sûriyeyê kir

2025-02-14T10:30:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Îro înê 14.02.2025ê li bajarê Munchenê, di berdewamiya hevdîtin û civînên xwe yên di çarçoveya Konferensa Ewlehiyê ya Munchenê da, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi birêz Mihemed El-Xalîfî Wezîrê Dewletê li Wezareta Derve ya Qeterê re civiya.

Di civînê da li ser pêşxistina peywendiyên Qeterê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re gotûbêj kirin û rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê û pêşhatên dawî yên li Rojhilata Navîn û navçeyê bi giştî û Sûriyeyê bi taybetî nirxandin.

Her du aliyan piştgiriya xwe ji bo aştî û aramiya Sûriyê dupat kirin û pirsa Kurd û pêkhateyan din li Sûriye ya nû da gotûbêj kirin. Di vê derbarê da Serok Nêçîrvan Barzanî balkişand li ser parastina mafên gelê Kurd û hemû pêkhatan û beşdariya çalak di avakirina paşeroja Sûriye da.

Peywendiyên Herêma Kurdistanê bi welatên cîran ra û çend mijarên din yên xwedî berjewendiyên hevbeş gotûbêj kirin.