Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî dê Scholarship bide xwendekarên lîseyê yên yekem, duyem û sêyem yên îsal

2023-07-11T09:58:12.000000Z
Uncategorized @kmr
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja duşemê 10.07.2023ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya derçûyên lîseyê yên yekem, duyem û sêyem li ser asta Herêma Kurdistanê û dê û bav û kesûkarên wan kir.

Di dîdarekê da ku, wezîrê perwerdeyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hejmareke berpirsên wezaretê tê da amade bûn, Serok Nêçîrvan Barzanî gotarek pêşkêş kir û bi germî pîrozbahî li derçûyan kir û hêviya serkeftinê ji bo wan xwest.

Serok Nêçîrvan Barzanî dupat kir ku, digel malbat û kesûkarên wan, Herêma Kurdistanê bi giştî şanaziyê bi wan dike û ew dilrehet kirin ku Scholarship ji bo hemû derçûyên yekem, duyem û sêyem yên liseyê yên îsal dabîn dike da ku, li zanîngehên navxwe û derve berdewamiyê bi xwendina xwe bidin û ji bona vê yekê jî Wezîrê Perwerdeyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo xebatên pêwîst erkdar kir.

Serok Nêçîrvan Barzanî spasî û pîrozbahiyê li malbatên derçûyan, mamostayan, Wezîrê Perwerdeyê û stafê wezaretê kir û ew wek beşeke ji wê serkeftinê da zanîn û tekez li ser wê yekê kir ku derçûyên lîseyê di wê asta bilind da serkirdeyên paşerojê yên welat in û dikarin xizmeta gel û welatê xwe bikin. Her wiha pêzanînên xwe ji bo keda derçûyan anî ziman.

Ji aliyê xwe ve, birêz Alan Hema Seîd Wezîrê Perwerdeyê, derçûyan û malbatên wan spasiya Serokê Herêma Kurdistanê kirin ku ji bo dabînkirina Scholarship û piştgirî û teşwîqkirina wan.

Di civînê da çendîn nêrîn li ser proseya xwendinê, pirsgirêkên wê bi giştî, derfetên kar ji bo derçûyên zanîngehan û çendîn mijarên din ên girêdayî proseya perwerde û xwendinê hatin pêşkêşkirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî di destpêka axaftina xwe da got:
“Hûn hemû bi xêr hatin. Hûn ji her dera Kurdistanê hatibin, hûn bi xêr hatin serçavan. Ez dixwazim pîrozbahiyeke germ li we hemûyan bikim. Hêvîdarim ku hûn serfiraz û serkeftî bin. We qonaxeke pir girîng a jiyana xwe bi serketî qedand, ez hêvî dikim hûn qonaxên din yên xwendina xwe, weke niha, bi serkeftî û bextewarî temam bikin.”

Serok Nêçîrvan Barzanî, Her wiha, rola malbatên derçûyan bilind nirxand û got: “Bêyî piştevaniya malbat, dê û bav û xizmên we, ez bawerim îro we nikarîbû vê serkeftinê bi dest bixista. Pîrozbahiyê, destxweşiyê û bi germî spasiya malbatên we dikim û hêvîdarim ew jî serfiraz û serkeftî bin.”

Her wiha ji derçûyan ra got: “We di vê qonaxê da ku, we bi cî hêla û ketin qonaxeke nû ya xwendinê da, we gelek êş kişandiye ji bo bidestxistina vê yekê, em bi rastî şanaziyê bi we dikin, îro Kurdistanê pêwîstî bi we heye. Qonaxa îro ya Kurdistan têda ye pêwîstî bi we heye ku hûn xwe bi çekê qelemê û çekê zanînê çekdar bikin.”

Serokê Herêma Kurdistanê di berdewamiya axaftina xwe da got: “Hûn paşeroja vî welatî ne, paşeroja vî welatî di destê we da ye. Ya ku cihê kêfxweşiyê ye dema hûn hatin hundir min dît ku, gelek jin û keç di nav serketiyan da hene, ev jî cihê şanaziyê ye. Paşeroja vî miletî di destê we daye û paşeroja vî miletî di vê qonaxê da zanist, xwendin û xwe perwerdekirine da ku em jî xwe bigihînin karwanê welatên pêşketî. Vî alayî hilgirin û Kurdistanê serbilind bikin, ber bi pêş ve û ber bi qonaxeke nû bibin û paşeroj ya we ye."

Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya wezaret û stafê wezaretê kir û got: “Ez spasiya cenabê Wezîr, Cîgirê Wezîr û hemû kesên ku digel we kar û xebat kirine, dikim, lê bi taybetî spasiya mamostayên we dikim. Li vir dixwazim dengê xwe bigihînim wan û spasiya wan bikim û ji wan ra dibêjim ku em spasiya hewlên we dikin, em spasiya we dikin ku we tu carî rê neda proseya xwendinê li Kurdistanê bê rawestandin û hûn berdewam bûn.

Di dawiyê da, Serok Nêçîrvan Barzanî, ji derçûyan ra got: “Piştrast bin ku hûn cihê şanaziyê ne ji bo Kurdistanê bi hemû pêkhateyên wê ve, ev emanet di destê we de ye û bi hemû hêz û şiyana xwe ve vê emanetê werbigirin û ber bi pêş ve bibin. Ez hêvîdar im temen dirêj dibin û di jiyana xwe serkeftî dibin, careke din bi xêr bên”