Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî digel Alîkarê Wezîrê Derveyê Amerîkayê civiya

2022-09-07T17:03:50.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja çarşemê 07.09.2022ê, pêşwaziya Barbara A. Leaf Alîkara Wezîrê Derveyê Amerîkayê ji bo Karûbarên Rojhilata Navîn û şandeya pê re kir.

Di civînekê da ku xatûn Alina Romanowski Balyoza Amerîkayê li Iraqê, Konsolê Giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê û hejmareka diplomatkaran amade bûn, têkiliyên Amerîkayê digel Iraq û Herêma Kurdistanê, pêşhatên dawî yên rewşa siyasî ya Iraqê û xebatên ji bona derbaskirina astengî û dijwariyan, têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û pirsgirêkên di navbera wan de hatin gotûbêj kirin.

Xatûn Leaf silavên Serokê Amerîkayê Joe Biden û birêz Wezîrê Derve yê wî welatî gihandin Serok Nêçîrvan Barzanî û got ku ew hatine Hewlêrê da ku pêgiriya xwe bi têkiliyên Amerîkayê digel Iraq û Herêma Kurdistanê dupat bikin û bi girîngî ve li wan têkiliyan dinêrin û, herwisa, piştevaniya xwe ji bo aramî û seqamgîriya siyasî li Iraqê nîşan dan.

Serok Nêçîrvan Barzanî, ji aliyê xwe ve, spasiya hevkarî û pîştevaniya Amerîkayê bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir û tekîd li ser wê yekê kir ku pirsgirêkên hene bi piştguhxistina tu hêz û aliyekê siyasî çareser nabin û pêdiviye pêkhateyên Iraqê bi diyalog û lihevtêgihiştinê şêwazekî ji bo pêkvejiyan û pêkve kar kirinê vebînin.

Serok Nêçîrvan Barzanî çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê û hebûna yasayê dabeşkirina dahatiyên neft û gazê bi kilîla çareseriya pirsgirêkên Iraqê û aramî û seqamgîriya siyasî li welat dazanîn, herwesa tekîd kir ku ji bona çareserkirina arîşeyan Iraqê pêwîstî bi diyalog û lihevtêgihiştina aliyên siyasî û û pêkhateyan bi piştevaniya welatên dost heye.

Peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê digel welatên cîran, rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê û girîngiya yekrêziya aliyên Kurdistanî û rewşa herêmê bi giştî çend mijarên din yên civînê bûn.