2023-01-21T17:33:55.000000Z
Îro şemî 21.01.2023 li Bexdayê birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê digel xatûn Alina Romanowski Balyoza Amerîka li Iraqê civiya.
Di civînê da peywendiyên Hewlêr û Bexdayê û pêşhatên dawî yên danûstandinên navbera Hikûmeta Federal a Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina pirsgirêkên hêlawestî yên di navbera wan da hene hatin gotûbêjkirin. Di vê derbarê de her du alî tekez li ser girîngiya çareserkirina pirsgirêkan bo Iraq û Herêma Kurdistanê kirin û hevdeng bûn ku çareserkirina kêşeyan bibe sedema aramiya Iraq û deverê jî.
Ji aliyê xwe ve xatûn Romanowski piştevaniya Amerîkayê ji bo diyalog û hewlên çareserkirina kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê nîşan da û spasiya rola erênî û hewlên Serok Nêçîrvan Barzanî bo çareserkirina pirsgirêkan kir.
Rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê û girîngiya yekrêziya aliyên Kurdistanî, rêkxistin û çaksaziyên Wezareta Pêşmerge, pêşxistina peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê ligel Amerîkayê û berfirehkirina warên hevkariyên hevbeş çend mijarên din yên civînê bûn.