Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî digel Balyoza Amerîkayê civiya

2022-11-02T13:53:17.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja çarşemê 02.11.2022ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li xatûn Alina Romanowski Balyoza Amerîkayê ya Îraqê û şandeya diplomasî û leşkerî ya pê ra kir.

Di civînekê da, pêşhatên dawiyê yên prosesa siyasî û pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê gotubêj kirin û takîd li ser giringiya destnîşankirina karên pêşîne yên hikûmeta Îraqê ji bo çarserkirina pirsgirêkan kir. Herwesa, her du alî havhizir bûn li ser wê yekê ku damezrandina hikûmet nû ya Îraqê jo bo çareserkirina kêşeyan defeteke û ew dikare ji bo aramî û seqamgîriya welat kar bike ku aramiya Îraqê bandora xwe li set tevaya deverê heye.

Her du alyan tekîd li ser giringiya hevsengiya têkeliyên Îraqê digel welatên cîran û herêmî kir û hevbîr bûn ku hikûmeta nû ya Îraqê defet heye ku bi rêya xweşkirina aqarekî minasib ji bo berhemanînê sermaye û kertê taybet rabikêşe ku beşdarî û hevbeşiyê di prosesa pêşxistina welat da bikin.

Têkeliyê Amerîkayê digel Îraq û Herêma Kurdistanê mijarek din ya civînê bû ku têda tevÎÎ dupatkirina xwsteka Amerîkayê ya ji bo pêşxistina hevkarî û têkeliyên digel Îraq û Herêma Kurdistanê, Balyoza Amerîkayê behsa prosesa çaksaziyê û yekirina Pêşmerge kir û piştevanî û alîkaria welatê xwe ji bo serxistan prosesa çaksaziyê nîşan da.

Pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê da û hewlên çareserkirina wan, rewşa navxweya Herêma Kurdistanê û giringiya xavkirina aloziyan, guhertina avuhewa, çaksaziya aborî û rewşa herêmî bi giştî çend mijarên din yên civînê bûn ku têda birêzan Konsulê Giştiyê Amerîkayê yê Herêma Kurdistanê û berpirsê diskê Îraqê li Wezareta Derva ya Amerîkayê amade bûn.