Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî digel Balyoza Amerîkayê civiya

2024-10-29T13:18:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja sêşemê 29.10.2024ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya xatûn Elena Romanowski Balyoza Amerîkayê li Iraqê kir.

Di civînê da behsa hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê û encamên hilbijartinan hate kirin û xatûn Romanowski bi boneya serkeftina hilbijartinan pîrozbahiyê li Serok Nêçîrvan Barzanî û gelê Kurdistanê kir. Di vê derbarê da her du alî tekez li ser girîngiya lihevtêgihiştina aliyên siyasî ji bo pêkanîna hikûmetê kirin.

Di civînê da behsa peywendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal û hewlên wan yên ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera wan da hate kirin. Her du aliyan berdewambûna gotûbêjan ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi rêya lihevtêgihiştinê bilind nirxand û hevdeng bûn ku çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê da, dê aramiya welat bihêztir bike.

Di mijareke dinê vê hevdîtinê da, balkişand li ser pêşhatên dawî yên rewşa Rojhilata Navîn û tekez li ser girîngiya bi hev ra karkirina hemû aliyên li navçeyê ji bo parastina aramiyê û rêgirtin li zêdetir berfirehbûna aloziyan. Her wiha tekez li ser wê yekê jî kirin ku divê Iraq dûrî nakokî û pirsgirêkên navçeyê bimîne.

Di civînê da, herwesa, peywendiyên Amerîkayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê ra û çend pirsên din yên xwedî berjewendiya hevbeş jî hatin gotûbêjkirin.