2023-06-09T06:42:57.000000Z
Îro danê êvarê pêncşemê 08.06.2023ê li bajarê Hewlêrê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Alina Romanowskî Balyoza Amerîkayê li Iraqê kir.
Di civînê da pirsa bûdceya Iraqê hat gotûbêjkirin û di vê derbarê da birêz Serokê Herêma Kurdistanê tekez li ser girîngiya derbaskirina budceyê bi awayekî ku di berjewendiya hemû navçe û pêkhateyên Iraqê da be û mafên Herêma Kurdistanê li ber çav bên wergirtin û bibe hokarê vejandina kar, aborî û pêşkêşkirina xizmetguzariyan.
Her du aliyan li ser pirsa hilbijartinên parlementoya Kurdistanê danûstandina bîr û ramanan kirin û hewl û pêngavên Serokatiya Herêma Kurdistanê ji bo lidarxistina hilbijartinan bilind nirxandin. Di vê derbarê de Serok Nêçîrvan Barzanî balkişand li ser wê yekê ku hemû rêkarên pêwîst ji bo lidarxistina helbijartinan di dema xwe ya diyarkirî da têne girtin.
Di civînê de ku Konsulê Giştî yê Amerîka li Herêma Kurdistanê jî tê de amade bû, têkiliyên Amerîka li gel Iraq û Herêma Kurdistanê, rol û bandora aliyên siyasî di proseya siyasî ya Iraqê de û rewşa navçeyê hatin gotûbêjkirin.