Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî digel Balyoza Amerîkayê civiya

2024-01-14T11:46:26.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ Nûçe
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, êvarê roja şemiyê 13.01.2024ê, di berdewamiya dîdar û civînên xwe da, li Bexdayê digel xatûn Alina Romanowski Balyoza Amerîkayê li Iraqê civiya.

Di civînê da, rewşa siyasî û emnî ya Iraqê, peywendiyên Hewlêr-Bexdayê û gotûbêjên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal ya Iraqê da ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera wan da gotûbêj kirin, herwesa, pêşhatên dawî yên rewşa herêmî bi giştî nirxandin.

Her du alî li ser girîngiya parastina aştî û aramiyê li navçeyê û rêgirtin li zêdebûna aloziyan hevfikir bûn. Di mijareke din ya civînê da, peywendiyên Amerîkayê digel Iraq û Herêma Kurdistanê û çend mijarên din yên cihê girîngiya her du aliyan gotûbêj kirin.