2024/01/18
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, êvariya roja çarşemê 17.01.2024 ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya xatûn Alina Romanowski Balyoza Amerîka li Iraqê kir.
Di civînekê da, rewşa siyasî ya Iraq û Herêma Kurdistanê, pêşhatên dawî yên emnî û bi armanckirina Hewlêrê, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê û têkiliyên Amerîka digel Iraq û Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.
Xatûn Romanowski tekez li ser berdewamiya piştevaniya Amerîkayê ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir û amadebûna welatê xwe ji bo pêşxistina peywendiyan û berfirehkirina hevkariyên hevbeş di navbera wan da nîşan da.
Rewşa navçeyê, aloziyên li Rojhilata Navîn û çend mijarên din yên xwedî berjewendiya hevbeş jî di civînê da gotûbêj kirin.