2024-04-07T13:44:45.000000Z
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro piştî nîvro ya roja yekşemê 07.04.2024ê li Bexdayê, digel xatûna Alina Romanowski Balyoza Amerîkayê li Iraqê civiya.
Di civînê da pêşhatên dawî yên rewşa siyasî ya Iraqê, peywendiyên Hewlêr-Bexda li ber ronahiya pêşveçûnên dawî û rêkeftina di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal li ser mijara mûçeyê mûçegirên Herêma Kurdistanê, rewşa navxwe û hilbijartinên Herêma Kurdistanê hatin gotûbêj kirin.
Her du aliyan tekezî li ser girîngiya çareserkirina kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê da yên ji bo parastina aramî û seqamgîriya siyasî li welat kirin û herwesa, li ser pêwîstiya hevkarî û hemahengiya aliyên siyasî yên Iraqê û berdewamiya hewl û diyalogê ji bona çareserkirina tevahiya pirsgirêkan hevfikir bûn.
Civîn û hevdîtinên birêz Serokê Herêma Kurdistanê yên li Bexdayê, pêwendiyên Amerîkayê digel Iraq û Herêma Kurdistanê û bernameya serdana çaverêkirî ya Serokwezîrê Iraqê ji bo Washingtonê hin mijarên din yên vê civînê bûn.