2023-10-09T14:20:15.000000Z
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja duşemê 09.10.2023 li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya xatûn Christiane Homann Balyoza Almanyayê ya li Iraqê û şandeya bi wê ra kir ku, ji hejmarek dîplomat û berpirsên pilebilind yên leşkerî pêkhatibû.
Di civînê da, Serok Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiya destbikarbûnê li Balyoza nû ya Almanyayê kir û hêviya serkeftinê jê ra xwest û, herwesa, her du aliyan kêfxweşiya xwe bi asta têkiliyên Almanyayê digel Iraq û Herêma Kurdistanê nîşan da û behsa zêdetir berfirehkirina wan têkiliyan û karên hevbeş di hemû waran da kirin.
Her du aliyan baştirbûna rewşa ewlehiyê li Iraqê bi girîng zanîn, lê tekez kirin ku heta niha jî DAIŞ metirsiyeke rasteqîne ye li ser ewlehî û aramiyê, ji ber wê jî divê di şerê wê da berdewam bin. Serok Barzanî, di vê çarçoveyê da, spasiya Almanyayê kir ku di warê serbazî û mirovî da alîkariya Iraq û Herêma Kurdistanê dike.
Di mijareke din ya civînê da rewşa siyasiya Iraqê hate gotûbêjkirin û her du alî li ser pêwîstî û girîngiya bicîhkirina sîstema federalî li Iraqê hevdeng bûn. Di vê derbarê da Serok Nêçîrvan Barzanî balkişand li ser wê yekê ku ji bo aramiya Iraqê divê sîstema federalî bi awayekî rast û dirust were cîbicîkirin û bi cîhanîn.
Berfirehkirina tevgera bazirganiya di navbera Almanya û Iraq û Herêma Kurdistanê, hewlên pir curekirina çavkaniyên dahatê li Iraqê û pêşhatên dawî yên navçeyê bi giştî çend mijarên din yên civînê bûn.