Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî digel Balyozê Brîtanyayê civiya

2024-06-06T16:24:12.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ Nûçe
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja pênçşemê 06.06.2024ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya birêz Stephen Hitchen Balyozê Brîtanyayê li Iraqê kir.

Di civînê da behsa peywendiyên Brîtanyayê digel Iraq û Herêma Kurdistanê, rewşa Iraqê bi giştî, hilbijartinên parlamentoyê û rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê û peywendiyên Hewlêr û Bexdayê û çareserkirina pirsgirêkên di navbera wan de hate kirin.

Her du alî tekez li ser berdewamiya diyalogê ji bo çareserkirina kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê li ser esasê destûrê û parastina mafên hemûyan kirin. Di vê derbarê da Serok Nêçîrvan Barzanî balkişand li ser wê yekê ku kilîta aramiya Iraqê lihevhatineke hevbeş di navbera Hewlêr û Bexdayê da ye ji bo çareserkirina bingehîn a pirsgirêkan û cîbicîkirina destûrê.

Her wiha li ser girîngiya lidarxistina hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê bi beşdariya hemû partî û pêkhateyan di demeke guncaw a îsal de hemfikir bûn. Balyozê Brîtanyayê hewlên Serokê Herêma Kurdistanê yên ji bo lidarxistina hilbijartinan bilind nirxand.

Di mijareke dinê hevdîtinê da ku bi amadebûna birêz Konsulê Giştî yê Brîtanyayê li Hewlêrê hate lidarxistin, di derbarê pêşhatên dawî yên navçeyê û çendîn mijarên din yên xwedî berjewendiyên hevbeş de danustandina bîr û ramanan kirin.