2024-04-07T13:41:45.000000Z
Îro piştî nîvroya roja yekşemê 07.04.2024ê li Bexdayê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê di civînekê da digel birêz Patrick Durel Balyozê Fransayê li Iraqê rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê, têkiliyên Hewlêr û Bexdayê û hilbijartinên Parlmentoya Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.
Her du alî pêşhatên dawî yên peywendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal bi erênî nirxandin û tekezî li ser girîngiya lihevtêgihiştin û çareserkirina pirsgirêkên di navbera her du aliyan da kirin.
Peywendiyên Fransayê digel Iraq û Herêma Kurdistanê, serdana birêz Serokê Herêma Kurdistanê ya Bexdayê û hevdîtinên wî yên bi berpirsên payebilind yên Iraqê re hin mijarên din yên civînê bûn.