2024-01-31T09:25:23.000000Z
Îro danê sibê roja çarşemê 31.01.2024ê li bajarê Hewlêrê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya birêz Espen Lindback Balyozê Norwêcê li Urdin û Iraqê kir.
Di civînê da peywendiyên Norwêjê digel Iraq û Herêma Kurdistanê, danûstandinên Hewlêr û Bexdayê ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera wan, rewşa siyasî û emnî ya Iraq û Herêma Kurdistanê bi giştî, hilbijartinên Herêma Kurdistanê û rewşa Şingalê hatin gotûbêjkirin.
Her du alî tekez li ser pêşxistina peywendiyan û hevkariyên hevbeş kirin, bi taybetî di wan waran da ku, Iraq û Herêma Kurdistanê bikarin ji şareza û ezmûna Norwêjê sûd werbigrin û herwesa, hevdeng bûn ku aştî û aramiya Iraqê pêwîste bê parastin. Birêz Balyozê Norwêcê dupat kir ku welatê wî bi girîngiyê ve temaşa peywendiyên xwe yên digel Iraq û Herêma Kurdistanê û aştî û aramiya wan dinêre.
Di hevdîtinê de encamên şerê li Rojhilata Navîn, şerê li Ûkraynayê û mijarên din yên xwedî berjewendiyên hevpar hatin nirxandin.