2023-01-22T14:03:38.000000Z
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro yekşemê 22.01.2023ê, pêşwaziya li Eric Chevalier Balyozê Fransa li Iraqê û Martin Jaeger Balyozê Almanya li Iraqê û şanda bi wan ra kir.
Di civînê da, têkiliyên Herêma Kurdistanê digel Fransa û Almanyayê, rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê, rewşa Iraq û karnameya Hikûmeta Federal, têkiliyên Hewlêr digel Bexdayê û hewlên çareserkirina pirsgirêkên di navbera wan da, pirsa enerjiyê û îmkan û pêgeha Herêma Kurdistanê di vî warî da hatin gotûbêj kirin.
Serok Nêçîrvan Barzanî û şanda mêhvan li ser girîngiya piştevanîkirina Hikûmeta Iraqa Federal ya ji bo cîbicîkirina bernameya wê li gor pêkanîna hikûmetê di navbera aliyên siyasî de hemfikir bûn û tekez li ser yekrêziya aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê kirin.
Balyozên Almanya û Fransayê bi kurtî behsa projeyê binyatnana Peymangeha Kultûrî ya hevbeş ya Fransî-Almanî li Hewlêrê kirin ku di yada 60 saliya Peymana Élysée dostaniya Almanya û Fransayê da kir. Herwiha du balyozan tekez li ser xwesteka welatên xwe ya ji bo pêşvebirina têkiliyên digel Herêma Kurdistanê di hemû waran da, bi taybetî di warê kultûrî da, kirin.
Ji aliyê xwe ve, Serok Nêçîrvan Barzanî li ser navê Herêma Kurdistanê spasiya Fransa û Almanyayê kir ku di warên siyasî, leşkerî, aborî, mirovî û kultûrî da yarmetî û alîkariyên Herêma Kurdistanê kirine. Tevî kêfxweşî û destxweşiya, Serok Nêçîrvan Barzanî ya danana kevirê bingehîn ê Peymangeha Paşerojê ya Hevbeş ya kultûrî ya Fransî-Almanî ji bo pêşxistina têkiliyên kultûrî yên Fransa û Almanyayê digel Herêma Kurdistanê bi pêngaveka girîng zanî.
Peywendiyên di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê digel welatên cîran û navçeyê, pêşhatên dawî yên navçeyê bi giştî û çendîn mijarên ku di berjewendiya hevbeş de ne, hatin gotûbêjkirin.